TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Talîbanê bersiv da Trump: Ji bo gotubêjan hêj zû ye

📅 29 mijdar 2019 14:22

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Trump ragihandibû ku gotubêjên bi Talîbanê re car din destpê kirine. Talîbanê besiv da Trumpî û diyar kir ku hêj gotubêjan destpê nekiriye û ji bo gotubêjan zû ye.

Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump duh Pêncşemê bi awayekî surprîzî serdana Afganistanê kiribû û li wir eşkere kiribû ku gotubêjên bi Talîbanê re car din destpê kirine.

Talîbanê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mujahid ji AFPyê re ragihand ku ji bo destpêkirina gotubêjan hêj zû ye û ew dê paşê daxuyaniya xwe ya fermî eşkere bikin.

Parve bike: