TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îran bersiv da Trump: Hurmuz bi tweetê nakeve destê kesî

📅 15 tebax 2026 08:42
Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Ez ê di demek pir nêz de Tengava Hurmuzê wek axa Amerîkayê ragihînim." Îranê jî bertek nîşan da û ji Trump re bersiveke wiha da: "Tengava Hurmuzê ne bi tweetekê û ne jî bi keştiyeke balafirhilgirê nakeve destê kesî."

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Fox Newsê re axivî û derbarê rêya avê ya stratejîk a Tengava Hurmuzê de got: "Di demek pir nêz de, ez ê Tendava Hurmuzê wek axa Amerîkayê ragihînim. Em ê ji aliyê aborî ve bi awayekî dijwar li Îranê bixin."

Îran: Tengava Hurmuzê bi tweetekê nayê desteserkirin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Garibabadi, bertek nîşanî gotinên Trump ên li ser Hurmuzê da û got: "Tengava Hurmuzê ne bi tweetekê, ne bi keştiyeke balafirhilgir, ne bi derxistina fermana, ne jî bi axaftineke kampanyayê nayê desteserkirin."

Garîbabadî bilêv kir ku divê DYA qebûl bike ku li hember Îranê wek stratejîk têk çû û wiha axivî:

"Tengava Hurmuzê ya Îranê bû, ya Îranê ye û dê ya Îranê be. Ev tengav dê tenê li gorî fermana Îranê were girtin û vekirin û heta ku hûn têkçûna rastîn qebûl nekin û dev ji xeyalên xwe bernedin, Îran girtina Tengava Hurmuzê dê bidomîne."
 

Parve bike: