Skandaleke nû ji waliyê berê: Pêşî da guhdarkirin paşê da lêdan
RûpelNews - Derbarê parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ku niha di çarçoveya lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku de ku ji 5ê Çileya 2020an ve winda ye, hate girtin hûrgiliyên nû derketin holê.
Hat destnîşankirin ku di peyamên WhatsAppê yên di dosyeya Tuncay Sonel de, wî hesabekî medyaya civakî ku şîroveyên rexneyî derbarê wî de parve kiribû, ji Gökhan Ertok re polîsekî berê û yek ji gumanbarên sereke yên doza Gülistan Doku şandiye.
Cîhaza guhdarkirinê li malan da bicîhkirin
Di peyaman de hat dîtin ku Sonel ji Ertok re peyamek şand û got: "Tu yê tiştê ku divê bê kirin bikî heval."
Ertok her wiha ragihand ku wan hûrgiliyên IP û navnîşana wî kesî tespît kirine, çûne mala wî û materyalên wî yên dîjîtal desteser kirine. Dosyeya ku ji Sonel re hatibû şandin, delîlên ku ew bi awayekî fîzîkî êrîşî wî kesî kiriye, çekek li kêleka wî hiştîye, wêneyek kişandiye û ji Sonel re şandiye jî di nav xwe de dihewand.
Di peyamên paşê de, Ertok got: "Me şeva borî ew girt û vê sibê em anîn ber dozgerê giştî. Me telefona wî ya destan kopî kir. Em dikarin her du kamerayên wê, ya pêş û ya paş, bişopînin. Me du amûrên guhdarîkirinê di mala wî de danîne yek li metbexê û yek jî li jûra wî ya razanê û em ê ji bo demekê wî bişopînin."
Sonel li ser peyama Ertok wiha bersiv da, "Spas, bira." Hat diyarkirin ku Sonel ji bo van kiryarên derqanûnî ji Ertok re 20 hezar lîre pere şand. (Çavkanî: Jinnews)