Gumanbarê fîrarî: Gulistan bi destê kurê waliyê berê hat kuştin
RûpelNews - Umut Altaş ê hevalê nêzîk ê Turkay Sonel e behsa bûyera kuştina Gulistan Doku ya ku ji sala 2020an vir de wenda ye kir.
"Turkay, Gulistan kuşt"
Altaş ê ku piştî bûyerê reviya Amerîkayê û li wir xwe vedişêre ji rojnameya Akşam re axivî û got: Türkay Sonel li qesra parêzgariyê li xwe mikur hat û got ku Gulistan kuştiye. Türkay heta nivîsek ji min re hiştibû û tê de nivîsîbû ku wî Gulistan kuştiye. Li qesrê, wî ji min re got, 'Ew pir diqîriya, loma min gule lê reşand.' Min heta di nav erebeyê de destê xwe da ser çekê kuştinê. Ez dixwazim ev doz niha were çareserkirin."
"Bavê Turkay ji ber ez bêdeng mam ji eniya min maç kir"
Altaş der barê veşatina cinazeya Gulistanê de jî wiha axivî: Türkay Sonel ji min re got ku 'Şukru ew çareser kiriye' Şukru jî polêsê parêzvan ê Tuncay Sonel ê parêzgarê berê yê Dêrsimê bû. Dema ku ez çûm mala wan a li Stenbolê, bavê Turkay ê walî bû ji eniya min maç kir. Dibe ku ew maçeke spasiyê bû ji ber ku min behsa bûyerê ji kesî re nekir."
Cîhê cinazeya Gulistanê li ku ye?
Altaş got, "Gava ku hûn dikevin taxa Ataturk a Tunceli, li jor xala kontrolê li Bayraktepe santraleke paqijkirina avê heye û dibe ku ew li erdê vekirî yê li jêrê wê, nêzîkî meşa helîkopterê, veşartibe. Divê wî ew li cihekî nêzîkî taxa Aktuluk veşartibe. (Zanîngeh li wir e) Ew cihek e ku erebek dikare têkeve lê mirov nikare."