Doza Gulistanê: 2 gumanbarên din hatin desteserkirin
RûpelNews - Lêpirsîna li ser doza Gulistan Doku bi berfirehî berdewam e.Di çarçoveya lêpirsînê de, 2 xebatkarên li Nexweşxaneya li Dêrsimê hatin binçavkirin. Bo kar û barên îfadedayî ew du gumanbar birin qereqola jendermeyan paşê dê bo dadgehê bên sewqkrin.
12 gumanbar hatibûn girtin
Gulistan Doku ya 21 salî a xwendekara zanîngehê ku li Dêrsimê dixwend, ji 5ê Çileya 2020an ve wenda bû ji wê rojê heta niha xeber jê nehat standin.Malbata wê ji Diyarbekirê berê xwe da Dêrsimê da ku keça xwe bîbînin lê heta niha Gulistan nehat dîtin. Lêpirsina ji bo dîtina Gulistanê hat destpêkirin ewili li ser xwekuştinê bû lê paşê bi lêkolîneke berfireh a dozgeriyê li bajêr hin delîl û beyanata hin kesan nîşan da ku Gulistan hatiye kuştin. Li ser bûyerê 15 gumanbar hatin desteserkirin jê 12 kes hatin girtin ku tê da waliyê wê çaxê Tuncay Sonel û kurê wî Mustafa Turkay Sonel jî hene.