TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Di lêpirsîna Gulistan Doku de jina waliyê berê hat girtin

📅 25 tîrmeh 2026 08:28
Jina parêzgarê berê Tuncay Sonel ê ku di çarçoveya lêpirsîna doza xwendekara zanîngehê Gulistan Doku de ku ji 5ê Çileya 2020an ve li Dersîmê winda ye, hatibû girtin, Handan Sonel jî hat girtin.

RûpelNews - Di çarçoveya lêpirsîna li ser windabûna Gulistan Doku de di operasyona dawîn de 12 kes hatinbûn desteserkirin.

Îfadeyên 12 gumanbaran ku tê da Handan Sonel jina waliyê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ê girtî jî heye piştî emniyetê bi dawî bûn sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgehê der barê Handan Sonel de bi hinceta "tunekirin an guhertin an veşartina delîlên sucê" de biryara girtinê da û Sonel şandin girtîgehê.

Bi vî awayî di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hejmara girtiyan bû 16an.

 

 

 

Parve bike: