TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Ji Serokwezîr Barzanî bo Namo Fazil: Em bi te şanaz in

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 21 gulan 2026 18:14
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya werzîşvanê serkeftî Namo Fazil kir û got: "Ez bi dîtina wî kêfxweş bûm û em şanaziyê bi wî dikin."

RûpelNews - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ofîsa xwe bi qehremanê Kurd Namo Fazil re civiya.

Serokwezîr Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê behsa hevdîtina xwe ligel Fazil kir û wiha got: "Ez bi dîtina qehremanê Kurd kekê Namo Fazil kêfxweş bûm. Em şanaziyê bi Namo Fazil dikin û em dê piştgiriya xwe her dem bo wî berdewam bikin."

Namo Fazil çend roj berê li Los Angelesê zora reqîbê xwe yê Amerîkayî bir û bû yekem. Fazil gava serkeftina wî hat ragihandin ala Kurdistanê bi xwe pêça û bi rakirina ala rengîn serfiraziya xwe pîroz kir. Fazil Namo wek "Neviyê Selahaddîn" jî tê naskirin.

 

Parve bike: