TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokê Sûriyê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 07 nîsan 2026 09:12
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Sûriyê Ahmed El-Şera bi rêya telefonê rewşa herêmê û êrîşên dawî guftûgo kirin.

RûpelNews - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku êvara roja Duşemê 6ê Nîsana 2026an, Ahmed El-Şera di pêwendiyeke telefonî de ligel Nêçîrvan Barzanî, êrîşên ku li ser Herêma Kurdistanê têne kirin bi tundî şermezar kirin. Her du serokan tekezî li ser giringiya parastina aramî û seqamgiriya herêmê kirin.

Hewlên dîplomatîk ji bo rawestandina şer

Barzanî û Şera li ser pêşketinên dawî yên şer û encamên wî peyivîn. Wan destnîşan kir ku divê hewlên dîplomatîk werin xurtkirin da ku şer raweste û kêşe bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

Rewşa kurdên Sûriyê

Di vê pêwendiyê de, rewşa kurdan û pêkhateyên din ên li Sûriyê, pêwendiyên Şam û Bexdayê û çend mijarên din ên hevbeş hatin nirxandin. Ev pêwendî di demekê de tê ku herêm di nav krîzeke mezin a serbazî de derbas dibe.
 

Parve bike: