Rojhilata Navîn
Ashab-ı Kehf, berpirsiyariya êrîşên li Herêma Kurdistanê girt ser xwe
Grûpa çekdar a Ashab-ı Kehf, ku xwe wekî beşek ji "Eniya Berxwedana Îslamî" dide nasîn, berpirsiyariya êrîşên li ser baregeh û cihên Amerîkî li Herêma Kurdistanê girt ser xwe.
RûpelNews - Grûpa çekdar, ku beşek ji Eniya Berxwedana Îslamî ye, derbarê êrîşên li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da.
Grûpê hişyarî da sivîlan ku ji deverên hedefgirtî dûr bisekinin. Di daxuyaniya xwe de, grûbê got, "Operasyonên me dê bi tundiyeke zêdetir berdewam bikin." Tenê di çend demjimêrên dawî de, nêzîkî 12 êrîşên bi droneyan li parêzgeha Hewlêrê hatine kirin.
Ashab-ı Kehf, digel komeke din a bi navê "Seraya Ewliya el-Dem", ji 28ê Adarê vir ve berpirsiyariya gelek êrîşên li ser baregeh û cihên Amerîkî li Herêma Kurdistanê û li seranserê Iraqê girt ser xwe.