Cîhan
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî giha Urdunê
PeyamaKurd- Li ser daweta fermî ya qralê Urdunê Abdullahê II. Serok Mesûd Barzanî giha payîtexta Urdunê, Ammanê.
Barzanî û heyeta pêre ji aliyê birayê qral Abdullah ji aliyê perens Faysal de li balafirgeha Ammanê bi awayeka fermî hat pêşwazîkirin. Di heyeta bi Barzanî re endamê polîtburoyê yê Partiya Demokrata Kurdistanê Hoşyar Zêbarî heye.
Di sietên pêşiya me de dibe ku Barzanî bi qral Abdullah re werin cem hev.