TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Hevserokên DEM Partiyê ji bo Serok Barzanî peyama sersaxiyê ragihandin

📅 09 îlon 2026 12:15
Hevserokên DEM Partiyê, Tulay Hatîmogulları û Tuncer Bakirhan, piştî koça dawî ya Abdulwahid Îbrahim Şêx Abdulselam Barzanî, peyameke sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî re şandin.

RûpelNews - Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî), Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan, ji ber koça dawî ya Abdulwahid Îbrahîm Şêx Abdulselam Barzanî, peyameke sersaxiyê ji Serok Mesud Barzanî re şandin.

Serok Mesud Barzanî di 4ê Îlona 2026an de ragihandibû ku endamekî navdar ê malbata wî, Abdulwahid Îbrahîm Şêx Abdulselam Barzanî, koça dawî kiriye.

"Em şîna we parve dikin"

Di peyamên xwe de, Hatîmooulları û Bakirhan ji bo koça dawî ya Abdulwahid Îbrahim Şêx Abdulselam Barzanî xemgîniya xwe anîn ziman û sersaxî ji Serok Mesûd Barzanî, Neçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û gelê Kurdistanê re xwestin.

Di peyamê de, ku tê de hatibû destnîşankirin ku rehmetî neviyê Şêx Ebdusselam Barzanî bû, hat gotin ku Abdulwahid Barzanî di dîroka kurdan de xwedî cihekî taybet bû û mîrasek li pey xwe hiştibû ku dê bi rêzdarî were bîranîn.

Hevserokên DEM Partiyê diyar kirin ku ev windahî ne tenê ji bo malbata Barzanî, lê belê ji bo civakê xemgîniyeke hevpar e û wiha lê zêde kirin: "Em bi hestên xwe yên herî germ ên hevgirtinê, şîn û xemgîniya we parve dikin."

Parve bike: