Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: Îradeya gelê kurd nehatiye şikandin
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi helkefta salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wasanan û Dola Xoşnawetiyê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, "Gelê Kurdistanê bi xweragirî ma û tawankar neman."
Ew tawana mezin a ku rejîma berê ya Îraqê sala 1987an encam da, destpêk û destpêkirina zincîreyeke tawanên dirinde yên kîmyabarankirina xelkê sivîl û ax û xwezaya ciwan a Kurdistanê bû."
"Em bejna xwe ditewînin"
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bal kişand ser qurbaniyên wê karesatê û got:
"Em di vê bîranîna biêş de bejna xwe li ber giyanê pak ê şehîdên nemir ditewînin.
Em silavan ji bo mirovên wan ên serbilind û ji bo qurbanî û birîndarên wê karesatê dişînin."
"Tawankar neman"
Nêçîrvan Barzanî derbarê navçeyê û "xweragiriya" Kurdan jî wiha axivî:
"Balîsan, Şêx Wasanan û tevahiya Dola Xoşnawetiyê, her tim navenda nîştimanperwerî û piştgiriya şoreş û pêşmergeyan bûn.
Ji ber vê yekê bûn armanca wê êrişa reş lê gelê Kurdistanê bi xweragirî ma û tawankar neman."
Serokê Herêma Kurdistanê silavan ji bo "giyanê pak ê şehîdên Xoşnawetiyê û hemû şehîdên Kurdistanê" dişîne.