TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî pêswazî li parêzgarê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm kir

📅 17 hezîran 2019 18:58

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro duşemê pêşwaziya siyasetmedarê Kurd û parêzgarê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm kir.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Herêma Kurdistan û Iraqê de û li ser pêşhatên dawî danustandina bîr û ramanan hatiye kirin.

Necmedîn Kerîm du roj berê ji Beyrûdê vegeriyabû Kurdistanê û ji bo pîrozkirinê bo erka nû ya Serokê Herêma Kurdistanê serdana Nêçîrvan Barzanî kiribû.

Parve bike: