Serokwezîr Barzanî: Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ne rewa ne
RûpelNews - Di nirxandina xwe ya derbarê agirbesta ku di navbera Amerîka û Îranê de hat ragihandin de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî spasiya her kesê ku ji bo parastina Herêma Kurdistanê alîkarî kiriye, kir û got, "Ez hêvî dikim ku êdî hemû êrîşên li dijî sivîlan, Pêşmergeyan, binesaziya jiyanî û nûneriyên dîplomatîk bi dawî bibin."
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ku li ser hesabê xwe yê Xê parve kirî wiha ye:
"Ez hêvî dikim ku agirbest di navbera Amerîka û Îranê de bidome û rê li ber aramî û aştiyeke mayînde li herêmê veke.
Ez dixwazim spasiya her kesê ku piştgirî da me û alîkariya parastina Herêma Kurdistanê kiriye, bikim. Êrîşên li ser Kurdistanê tu carî nayên rewakirin. Ez hêvî dikim ku hemû êrîşên li ser sivîlan, hêzên Pêşmerge, binesaziya jiyanî û mîsyonên dîplomatîk êdî bi dawî bibin.
Herêma Kurdistanê amade ye ku piştgiriyê bide hewldanên ku dê alîkariyê bidin kêmkirina aloziyan û vê pêvajoyê veguherînin aştiyeke mayînde li herêmê."