TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Qatarê dest bi hevdîtinên fermî kir

📅 24 adar 2025 21:42

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî seredana welatê Qatarê kir û bi serokwezîr û hem wezîrê karên derve yê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de her dû lîder li ser pêşdeçûnên dawiyê yên Iraqê û herêmê axifiîn. Her weha behsa çawaniya xwurtkirina têkiliyên navbera her dû welatan kirin.

Li gor ragihandina serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê; xalên bingehîn yên hevdîtinê rewşa Iraqê ya niha û guherînên li herêmê bûn.

Di hevdîtinê de behsa xwurtkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Qatarê kirin û li ser mijarê bûn hemfikir.

Parve bike: