Serok Barzanî: Mafên gelên Kurdistan û Filistînê rewa ne
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê Baregeha Serok Barzanî ve hatiye weşandin, hevdîtin di 29ê Tebaxê de li Pirmamê pêk hatiye. Karakî, ku ji ber dawîhatina dema karê xwe serdaneke xatirxwestinê kir û silavên Serokê Filistînê Mehmûd Ebas gihandin Serok Barzanî.
Karakî her wiha Serok Barzanî ji ber wergirtina rûmeta bilind a Papa pîroz kir û hewildanên wî yên ji bo geşkirina çanda tehemûl û hevjiyanê pesend kir.
Di hevdîtinê de herwiha hestiyariya gelê Kurd a li hember êş û zehmetiyên ku gelê Filistînê kişandine, hate gotûbêjkirin. Karakî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgirî û derfetên perwerdehiyê yên ku ji civaka Filistînî re peyda kirine.
Serok Barzanî jî spasiya Ebbas kir û tekezî li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelên Kurdistan û Filistînê de kir. Barzanî, ku diyar kir doza her du gelan rewa ye û maf û daxwazên wan hene, ji Karakî re di rola wî ya nû de serkeftinên herî baş xwest.