Sererkanê Îsraîlê fermana 'amadekariyên êrîşa li ser Îranê' da
RûpelNews - Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir ferman da artêşa Îsraîlê ku ji bo êrîşên nû yên li dijî Îranê amadekariyê bike, piştî ku danûstandinên DYA û Îranê yên ku li paytexta Pakistanê Îslamabadê hatibûn kirin, bê encam man.
Li gorî raporteke rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê, Zamir piştî têkçûna danûstandinên dîplomatîk daxwaz kir ku asta hişyariyê di nav artêşê de were bilindkirin. Çavkaniyên leşkerî yên Îsraîlê îdia kirin ku artêş vegeriyaye "rewşa amadebûnê" ya mîna çarçoveya ku berî du êrîşên berê yên li ser Îranê hatibû pejirandin.
Îdia: Lîsteyên hedefan tên berfirehkirin
Hat îdiakirin ku Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Îsraîlê (AMAN) hewldanên xwe ji bo nûkirina lîsteyên hedefan li Îranê lezandiye. Hat destnîşankirin ku sîstemên mûşekan, avêjerên mûşekan û binesaziya piştgiriya stratejîk di nav hedefên pêşîn ên di lîsteya navborî de cih digirin.
Çavkaniyên leşkerî îdia kirin ku Îsraîlê sîstemên xwe yên parastina hewayî xurt kirine û amadekariyên xwe ji bo senaryoyên cuda, di nav de êrîşên hevdemî ji gelek eniyan, zêde kirine.
Hat ragihandin ku berpirsên parastinê yên Îsraîlê nirxandine ku valahiya di navbera aliyan de di danûstandinan de firehtir bûye û dema ji bo çareseriyeke dîplomatîk bi dawî dibe.