Sererkanê Îsraîlê: Ger agirbest were binpêkirin, em ê êrişeke bilez bikin
RûpelNews - Zamir diyar kir ku Hizbullah, bi pere û rêberiya Komara Îslamî ya Îranê, bi dehan salan e ku li bin erdê tunelan çêdike da ku gefê li herêmên bakurê Îsraîlê bixwe. Sererkanê Îsraîlê got: "Niha hêzên me kontirolkirina deverên sereke yên li ser erdê û wan rêyên jêrzemînî ku Hizbullahê bikar tanîn, bi dest xistine."
Daxwaz ji Artêşa Libnanê: Divê herêmê ji çekdarên Hizbullahê paqij bikin
Eyal Zamir bang li Artêşa Libnanê kir ku pabendî rêkeftina di navbera wan de bibe, ya ku di 26ê meha borî de bi navbeynkariya Amerîkayê hatibû wajo kirin. Zamir xwest artêşa Libnanê ji bo nemana çekdarên Hizbullahê li herêmê bixebite. Wî herwiha destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê bi cidî kar dike ji bo tunekirina her gefekê ku ji nava xaka Libnanê ve tê û ji bo bersivdayîneke bilez amade ye.
Ev daxuyaniyên Sererkanê Îsraîlê di demekê de ne ku agirbesteke demkî di navbera Îsraîl û Hizbullahê de heye. Li gorî rêkeftinê, divê çekdarên Hizbullahê vekişin pişta çemê Lîtaniyê û artêşa Libnanê li deverên sînorî cîbicî bibe. Îsraîlê gelek caran hişyarî daye ku eger Hizbullah hewl bide vegere deverên sînorî, ew ê êrişên xwe ji nû ve dest pê bikin.