Rojhilata Navîn
Şerê Îsraîl-Lûbnanê: 10 kes hatin kuştin
Tevî agirbestê, di êrîşên hewayî û yên bi dronan de ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve li ser deverên cuda yên başûrê Lûbnanê hatin kirin, deh kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Wêne: Arşîv
RûpelNews - Li gorî ajansa nûçeyan a Lûbnanê NNA, hejmara herî zêde ya qurbaniyan li parêzgeha Nebatiyê çêbû. Gelek kesan di êrîşên ku li bajarokên Edşît, Deyr ez-Zehirî, Kefr Rûman, Duweyr û Habûşê hatin kirin, jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha kesek li bajarokê Burc Kalaywe, ku beşek ji bajarê Tirê ye, hat kuştin.
Artêşa Îsraîlê herwiha bajarokên cuda yên li derdora Nebatiye û Sûrê bombebaran kir, di heman demê de 12 kes di êrîşeke li nêzî Nexweşxaneya Cebel Emîl de birîndar bûn.
Hat ragihandin ku hilweşandina avahiyan li navçeya Mercayunê berdewam dike, û niştecihên bajarokên Arnaya û Ankunê, yên ku di bin metirsiya êrîşê de bûn, dest bi terikandina herêmê kirine.