TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Selîm Temo: Xewn, Welatê Zarokan e!

📅 29 tîrmeh 2019 19:26

PeyamaKurd - Akademîsyen û helbestvan Selîm Temo bi xebata xwe ya ji bo zarokan “Serê Şevê Çîrokek” derket pêşberî xwendevanên xwe yên piçûk. Mamoste Temo li ser vê xebata xwe ya nû bersiv da pirsên PeyamaKurd.

Temo dibêje: “Me ji bo her mehê alfabeya Kurdî daniye. Her meha pirtûkê bi alfabeyê dest pê dike. Bi vî awayî min xwest hem zarok hem jî dê û bav fêrî xwendina Kurdî bibin.”

Mamoste, pirtûka te ya dawîn, Serê Şevê Çîrokek, li demeke nêz derçû. Ev pirtûk tenê ji bo zaroken e. Tu dikarî behsa amadekirina pirtûkê bikî?

Çîroka pirtûka çîrokan bo zarokan bi zarokekî re dest pê kir. Piştî kurê min helake bû, min jê re çîrok dixwendin. Demek şûn de çîrokên min dizanî xelas bûn. Hingê min gellek pirtûkên çîrokan berhev kirin. Ez û kurê xwe li Enqerê dijîn. Min dît ku atmosfera lêwik di nav de bi temamî bi Tirkî ye. Lê werqilîm ku zarok tenê dema di xew re diçin ji vê atmosferê azad dibin. Gelo beriya di xew re biçin li çîrokekê godarî bikin yan çîrokekê bixwînin dê ji asîmîlasyonê dûr nebin? Vê pirsê rê li ber Serê Şevê Çîrokekê vekir.

Min hêdî hêdî berhevokên çîrokên Kurdî civandin. Diviyabû pirtûk xwedî pîlanekî be. Min bi vî awayî organize kir: Pêşî çîrokeka Kurdî, dûv ra yeka cîhanê lê ew jî bi Kurdî. Di wê proseyê de min nêzîkî 170 çîrok ji Tirkî û Engilîzî wergerandin. Weke hûn dizanin, hin çîrokên zarokan berbelav û klasik in. Min serê mehê klasîkek danî. Helbestên zarokan hene, min her meh helbestekê jî li pirtûkê zêde kir. Piraniya zarokên Kurdan li bajaran dijîn û ji çanda berê dûr in. Min 12 dastanên Kurdî jî lê zêde kirin. Paşî min gotî bila zarok pêşên xwe jî nas bikin û 12 navdarên Kurd lê zêde kirin. Bi vî awayî pirtûk temam bû.

2005an de min bo Şaredariya Sûra Amedê pêşniyar kir ku meho meho, yanê wek 12 pirtûk çap bikin. Mixabin gellek kêşe rûdan û bandora min dixwest û hêvî dikir nebû. Set ji ber sedemên yasayî û rêvebirî di çar salan de temam bû. Edîtoriyeke baş nebû, xeletiyên min gellek bûn, zimanê çîrokên wergerandî giran bû, rêvebiriya şaredariyê ez birim û anîm; hêvî û rastî li hev nehatin. 2012an de weşanxaneyeke li Dihokê xwest bi du alfabe çap bike. Min çîrok sererast kirin û şandin, çi feyde, çap nebûn. Îca di havîna 2018an de ligel Cumhur Olmez careke dî em li ser çîrokan hûr bûn û hêdî hêdî ev edisyon derket holê.

Te çi qiyas danîn bo edisyona nû?

Li gor boçûna akademîk tu divê dest nedî çavkaniyan. Ji ber vê yekê, di edisyona pêşîn de gellek tiştên ji aliye pedogojiyê ve “şaş” hebûn; wek kuştin, lêdan, dijûn ûyd. Me di edisyona nû de rast kirin. Çîrok wek “janr”ekî bo mezin û biçûkan dihatin vegotin. Lê gellek tiştên ku îro pedagojî napejirîne dihewînin û em di civakeke modern de dijîn. Ji ber vê yekê min hinek sivik kirin. Lê ev pirs jî hebû: Gelo maf heye mirov behsa jiyaneke zêde sterîl bike? Pirsgirêkên bi vî rengî gellek bûn. Dawiya dawî, ez bawer im, me li hevdu anî. 

Bi raya min taybetmentiya berhemê plansaziya wê ye. Ne şevek, salekê zarokan ji asîmîlasyonê dûr dike. Qet nebe bi şev, qet nebe beriya xewê, qet nebe dema mamoste, dibistan û TV di xew re diçin. Di wê kêliyê de pirtûk, 366 xewnên bi Kurdî datîne ber sere zarokan.

Wekî tê zanînê mixabin di nav zarokên kurdên Bakûr de, yên ku bikaribin kurdî bixwînin ne gelek in. Tevê vê yekê hîn nivîskarên wekî cenabê te ji boy zarokan berhemên kurdî  dinivîsînin. Gelo hûn bawer in ev berhem digihîjin armancên xwe?

Rast e, piraniya zarokên me ji ber nebûna perwerdehiyê nizanin bi zimanê xwe bixwînin. Gellek dê û bav jî nizanin bi Kurdî bixwînin. Me ji bo her mehê alfabeya Kurdî daniye. Her meha pirtûkê bi alfabeyê dest pê dike. Bi vî awayî min xwest hem zarok hem jî dê û bav fêrî xwendina Kurdî bibin. Zarokên nizanin bi Kurdî bixwînin, ez bawer im, piştî çîrokan godarî bikin, bo fêrbûnê wê hewl bidin. Ji ber ku zarokatî meraq e, zarok dixwazin her tiştî bi tena serê xwe bikin. Pirtûk sê meh bere derçû. Gellek dê û bav vîdyo, fotoğraf yan jî peyam dişînin ku çawa ew an jî zarokên wan fêrî Kurdî bûne.

Weşangeriya bo zarokan a li Bakur hêdî hêdî dibe sektorek. Weşanxaneyên tenê pirtûkên zarokan çap dikin hene wek Hîva, wek Morî. Sala çûyî li fuara pirtûkan a Amedê bala min kêşa ku berê zarokan her li herdu weşanxaneyan e. Zarok jî wek her mirovî ji tiştekî hez neke nakire, wernagire, naxwîne. Bala xwe bidinê, gellek pirtûkên zarokan di çarçowa hin projeyan de belaş hatin belav kirin. Tu li ti malê wan pirtûkan nabînî. Digel ku xebatên hêja ne jî, negihîştin armanca xwe. Lê weke min gotî, zarok li ber pirtûkên Hîva û Morîyê rêz dibûn. Di nav bi dehan weşanxaneyan de didîtin ku bo wan jî çend weşanxane hene. Ev rêyek vedike ku zarok li zimanê xwe vegerin.

Baldariya zarokan boy Sere Şevê Çîrokekê çawa ye?

Pirtûk sê meh bere derçû. Niha li gor malpera Pirtûkakurdî, di lîsta heftane û mehane de yekem e. Di lîsta salane de heştem e û di vê kategoriyê de di nav pirtûkên Kurdî de dîsa yekem e. Şener Ozmen bergekî şêrîn lê kir. Cumhur Olmez xweş sererast kir. Halit Siyar û Sadik Hangul wêneyên xweşik î şêrîn xêz kirin. Dibînim ku gellek kes pirtûkê wek diyarî dibin dîtina pitikan. Hin zarok pirtûkê hemêz dikin û di xew re diçin. Xewn welatê zarokan e. Serê Şevê Çîrokek dixwaze xewnên zarokên Kurdan bi Kurdî binexşîne.

Di pirtûka Serê Şevê Çîrokek de 12 navdar, 12 klasîkên cîhanê, 12 helbest, 12 destanên kurdî û 318 çîrok hene. Ev jî dike 366 metnên bi kurdî. Zimanê pirtûkê, kurdiya kurmancî ye. Di zimanên din an di zaraveyên Kurdî yên din de mînakên bi vî rengî hene gelo?

Nizanim ji ber çi, lê li van deran çîrok wek karê amatoran tê dîtin. Lê gellek netewe bi berhevkirina folklorê bûn xwedî ziman û ax. Folklor, dendikê ruhê çandî ye. Gellek nivîskar jî çîrokên zarokan dinivîsin an jî çîrokên heyî di berhemên xwe de bi kar tînin. Hin ji wan jî rasterast bi çîrokên gelêrî ve alaqedar in, wek Italo Calvino. Calvino nivîskarekî marjinal e, lê çîrok berhev kirine. Heta, min pirtûkek wî bi kar anî ku helbet Îtalî bû û wergerandibûn ser Engilîzî (Italian Folktales). Li ser pirtûkê dibêje “Retold: Italo Calvino.” Yanê yê ji nû ve vedibêje, Italo Calvino ye.

Min çîrokên Kurdî ji berhevokên Kurdî, yên cîhanê jî ji berhevokên biyanî hilbijartin. Di edisyona pêşîn de serê mehê çîrokeke Kirmanckî/Zazakî jî hebû, lê di edisyona nû de ew çîrok nîn in. Min hêvî ew e ku yek rabe û vê berhemê bi Kirmanckî amade bike. Baş bû, nivîskarekî got ez ê biceribînim. Dûv re nivîskarekî Soran li Almanya gotî ku sponsor bibîne dê bi Soranî amade bike. Min ji herduyan re heman tiştî got: Hûn dikarin li şûna çîrokên Kurmancî yên zaraveya xwe deynin û yên biyanî jî ji Kurmancî wergerînin ser zaraveya xwe. Hêvîdar im dê ev herdu xebat biçin serî.

Heke me vî karî bi alîkariya zana û şarezayan 2006an de bibira serî û salane hema hezar heb jî belav biban, me îro dikaribû behsa 15-20 hezar xwînerên nû yên Kurdî kiriba. Ji ber ku zarok, mezinên pêşerojê ne. Ku xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin, dê zimanê cihana wan jî zimanê wan be.

Ji bo ku te pirsen me bersivandin gelek spas dikim.

Ez jî spasdar im, her hebin.

Selîm TEMO

Di 27ê Nîsana 1972yan de li gundê Mêrînayê yê Batmanê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li gundî, a navîn li Batmanê kuta kir. Bi destpêka xwendina Beşa Etnolojîyê ya Zankoya Enqereyê (1992-2000) re dest bi belavkirina berhemên wêjeyî kir. Mastera xwe (2003) û doktoraya xwe (2009) li Zankoya Bilkentê Beşa Zimanê Tirkî bire sêrî. Di 2009an de li Zankoya Artukluyê ya Mêrdînê wekî asîstant profesor dest bi karî kir û xebata damezirandina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî meşand. Lê piştî ku Kurdî ji alîyê dewletê ve wekî “beş” nehate pejirandin, ji lijneya damezirandinê îstifa kir. Di 2011an de wekî “mamosteyê mêvan” li Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Zankoya Ekseterê (Brîtanya) xebitî. Di navbera salên 2013-2014an de di rojnameya Radikalê de bi Kurdî û Tirkî, di navbera salên 2007-2019an de di rojnameya Duvarê de bi Tirkî quncik nivîsî. Helbest û nivîsên wî bo Almanî, Azerî, Flamanî, Fransizî, Îngilîzî, Kurdî (Kurmancî, Soranî, Kirmanckî) û Tirkî hatine wergerandin. Di destpêka sala 2017an de bi KHK (Biryarnameya di Hukmê Yasayî de) ji zanîngeha hat avêtin. Heya îro 5 helbest (3 Tirkî, 2 Kurdî), romanek, antolojiyek, 7 werger (ji Kurdî bo Tirkî), pênc lêkolîn, 21 gotarên akademik û bi sedan nivîs belav kirine.

Serê Şevê Çîrokek

Weşanên Dara

472 rûpel

19x27

Parve bike: