Pezeşkiyan: Êrîşên nû li ser welatên cîran nayên kirin
RûpelNews - Piştî şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, Îranê êrîşên mûşekî li ser çend welatan pêk anîn.
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, di daxuyaniyekê de derbarê vê mijarê de lêborîn xwest û ragihand ku Konseya Bilind a Rêbertiyê polîtîkayek ji bo dûrketina êrîşên mûşekî li ser welatên cîran pejirandiye, heya ku pêşî li Îranê neyê girtin.
Pezeşkiyan di axaftina xwe ya li ser televîzyona dewletê de lêborîn xwest û diyar kir ku Îran dijminatiya welatên herêmê nake.
Serokomarê Îranê axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em tu dijminatiyê li welatên herêmê nakin; Ez ji cîranên xwe lêborînê dixwazim. Heta ku êrîşek li ser Îranê neyê kirin, mudaxeleya leşkerî li welatên cîran çênabe. Hêzên me yên çekdar ji bo parastina rûmeta welêt bi awayekî serbixwe tevgeriyan."
Berteka li ser gotinên Trump
Pezeşkiyan, behsa daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku ew bêyî "teslîmbûna bê şert û merc" bi Îranê re danûstandinan nakin û got, "Ew ê xewnên xwe yên teslîmbûna me ya bê şert û merc bibin gorê."