Kurdistan
Li Rojava 2 zarokan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir, ji ber barana zêde û lehiyê, 2 zarokan li Rojavayê Kurdistanê 4 zarokan jî li Reqayê jiyana xwe ji dest dan.
RûpelNews - Li hin bajarên Rojava û Sûriyeyê çend roj in baraneke zêde barî. Gelek xanî û kargeh di bin avê de man.
Ji ber barana zêde li Efrîn û li Qamişloyê lehî rabû, 2 zarokên ketin ber lehiyê wefat kirin.
Li Reqayê jî lehî rabû, 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Bi giştî li Rojava û Sûriyê 6 zarokan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan.