TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Sala nû ya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê dest pê dike

📅 19 îlon 2026 22:20
Li Herêma Kurdistanê werzê nû ya perwerdeyê ya sala 2026-2027an dest pê dike û Hikûmeta Herêma Kurdistanê amar û zanyariyên nû derbarê hejmara xwendekaran, guhertina pirtûkên waneyan û binesaziya perwerdeyê de belav kirin.

RûpelNews - Biryar e sibê roja yekşemê, 20ê Îlona 2026an, zengilê yekem ê destpêkirina sala nû ya xwendinê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve bi fermî bê lêdan.
Amarên sereke yên sala nû ya xwendinê:

- Hejmara giştî ya xwendekaran: Zêdetirî 1 milyon û 750 hezar xwendekar dest bi xwemdinê dikin.

- Hejmara dibistanan: 7 hezar û 590 dibistan deriyên xwe li pêşiya xwendekaran vedikin.
- Xwendekarên pola yekem: Zêdetirî 123 hezar zarok cara yekem dest bi pola yekem a seretayî dikin.
- Pirtûkên çapkirî: Nêzîkî 19 mîiyon pirtûkên nû ji bo sala perwerdeyê hatine amadekirin û çapkirin.

- Kadroya fêrkirinê û karmend: 137 hezar û 516 mamoste û 31 hezar û 219 karmend serpereştiya proseya perwerdeyê dikin.

Di 110 pirtûkan de guhertin hatin kirin

Derbarê pirtûk û naveroka bernameyên perwerdeyê, ji aliyê pispor û mamosteyên Wezareta Perwerdeyê ve, di 110 pirtûk û pênasên xwendinê de guhertin û nûjenkirin hatine kirin.

Guhertinên herî berbiçav ev in: Pirtûka Kurdî ya pola şeşem a seretayî, waneyên Zanistê yên polên 6, 8 û 9an ên seretayî, Bîrkarî ya polên 4, 5, 6an û pola 11emîn a amadeyî, Kîmya ya pola 11emîn, û Teknolojiya Zanyariyan (IT) ji bo polên 7 û 8an, ligel çendîn reformên din ên naverokê.

Di Kabîneya Nehem de 236 dibistanên nû hatin avakirin

Li ser asta çakkirin û avakirina binesaziya perwerdeyê di dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ev pêngavên berbiçav hatine avêtin:

- Avakirina 236 dibistan û baxçeyên nû yên zarokan.
- Zêdekirina 476 polên nû di nava dibistanên heyî de.
- Nûjenkirina avahiyên 2 hezar û 650 dibistanan.

Sektora perwerdeyê li Herêma Kurdistanê wek yek ji stûnên herî girîng ên stratejiya pêşxistina civakê tê dîtin.

Lêdana zengilê destpêkê ji aliyê Serokwezîr ve bûye nerîtekî salane yê girîng û guhartina bernameyên xwendinê jî beşek e ji hewldanên hikûmetê, da ku xwendekarên Kurdistanê karibin di warê zanistî û teknolojiyê de li gorî pîvanên serdemê yên cîhanî bipêş bikevin.

Parve bike: