TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê zengila sala nû ya xwendinê lê da

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 20 îlon 2026 11:34
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zengila sala nû ya xwendinê lê da û ragihand ku ew dê bipêşxistina perwerdeyê û dabînkirina pêdiviyan bidomînin.

RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser avakirina hikûmetê jî anî zimên ku gava yekem rûniştina parlamentoyê ye û bangî parlamenteran kir ku dawî li boykotê bînin.

Mesrûr Barzanî ji bo destpêkirina sala nû ya xwendinê ya li Herêma Kurdistanê got:

“Em hewl didin asta xwendinê bi pêş bixin û em dê di bipêşxistina perwerde û xwendinê de berdewam bin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha tekez kir ku ew dê pêdiviyên perwerde û xwendinê dabîn bikin.

Îro 20ê Îlona 2026an roja yekem a sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Li gorî salnameya Wezareta Perwerdeyê, demsala yekem a xwendinê 72 roj e û demsala duyem a xwendinê jî 89 roj e.

Milyonek û 750 hezar xwendekaran îro dest bi werza nû ya xwendinê kir.

“Gava yekem rûniştina parlamentoyê ye”

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmetê ji rojnamegeran re axivî û got:

“Em hewl didin û em li ser kar in, êdî ev li ser aliyên din dimîne. Ev pirs pir hatiye kirin. Amadehiya me roja piştî hilbijartinê hebû, heta niha jî ew amadehî heye. Em dixwazin hikûmet di demeke nêzîk de were avakirin.”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser şertê sereke yê avakirina hikûmetê û got:

“Lê beriya her tiştî divê parlamenterên birêz ên ku nûnerên gel in boykota parlamentoyê bişkînin û vegerin parlamentoyê. Divê erkê xwe yê niştimanî bi cih bînin çimkî divê parlamento hebe da ku hikûmet were avakirin. Lewma gava yekem rûniştina parlamentoyê ye.”

Mesrûr Barzanî li ser pirsa ka di navbera partiyan û parlamenteran de lihevtêgihiştinek heye an na da zanîn:

“Ez dixwazim carekê jî hûn vê pirsê ji wan aliyan bikin ên ku nayên parlamentoyê. Em amade ne, parlamenterên me jî amade ne.”

Parve bike: