Bi çavên rojnamegerên kurd rojnamegeriya kurdî
RûpelNews - Di nava şert û mercên giran de rojnamegerên kurd hewl didin ku karê xwe bikin. Rojnamegerên kurd, ji ber nûçeyên ku çêdikin gelek caran rastî lêpirsînan tên, tên desteserkirin û girtin. Malper û hesabên wan yên medyaya civakî tên astengkirin. Ji ber lêçûnên zêde û derfetên abûrî yên kêm karê xwe bi zehmetî dikin. Gelek caran ji bo nedayîna akredîtasyonê nikarin karên xwe bi azadî bikin. Lê tevî van astengiyan hemiyan jî rojnamegerên kurd li pênûsa Miqdad Mîdhed Bedirxan xwedî derdikevin.
Eleqeya ji bo medyaya kurdî ya nivîskî kêm e
Yek ji pirsgirêka herî mezin eleqeya ji bo rojnamegeriya nivîskî ya kurdî ye. Her çend kurd eleqeye baş didin televîzyonên kurdî jî lê wê eleqeyê nadin rojnamegeriya nivîskî.
Medyaya kurdî li cîhanê deng vedaye. Derbarê kurdan de cîhanê agahdar dike û di heman demê de di dema êrişên li ser kurdan helwesteke netewî hand dide.
Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, rojnamegerên kurd fikr û ramanên xwe ji bo Rûpelnewsê wiha anîn ziman:
Îman Derbas- Bêjera Kurdistan24: Êdî bes e!
Her kes dikare bibe "pêşkêşkar", lê kêm kes dikarin bibin "rojnamevan". Rojnamevanên jin ên kurd ne tenê karîne peyamê bigihînin, belkî di gelek qonaxên hesas de wekî karakterên sereke û biryardar di gihandina kêşeyên neteweyî de cih girtine. Dîroka rojnamegeriya kurdî tije ye bi wan jinên ku pênûs û mîkrofonên wan mil bi milê sengeran bandora xwe hebûye.
Rojnamevanên jin li çar parçeyên Kurdistanê roleke bibandor di navneteweyîkirina doza kurd de lîstine. Ew ne tenê nûçegihan bûn, belkî wekî şahidên zindî di qadên şer û karesatên neteweyî de (wekî Enfal, Helebce û şerê li dijî DAIŞê) çîrokên mirovî gihandine cîhanê.
Rojnamegeriya şer û berxwedanê: Di salên borî de, bi taybetî di şerê li dijî terorê de, me dît ku rojnamevanên jin ên kurd di xetên pêşî yên bergiriyê de bûn. Wan karî wêneyekî cuda ji jina kurd nîşanî cîhanê bidin; ne wekî qurbanî, belkî wekî biryardar û veguhêzên rastiyan di bin dengê guleyan de. Lê belê, karê jina rojnamevan bê astengî nîne. Wek keçeke rojnamevan a kurd, ez bi xwe çendîn caran rastî zilm û zextên civakê hatim. Gelek caran gotinên nerast li ser jiyana min a taybet hatin kirin û gelek rê li ber min hatin girtin.
Li ser asta siyasî jî, herî dawî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, rûpela min a X (Twitter) ji aliyê dewleta tirk ve hat astengkirin. Sedema vê yekê bandora peyamên min bû li ser ciwan û civaka me ya li Bakur. Rast e ev mijar ez êşandim, lê di heman demê de ez gelekî kêfxweş kirim; ji ber ku ez ketim rêza "dengên azad" û "welatparêzên kurd". Gava dewlet ji dengê me ditirse, ev nîşana wê ye ku karê me bi bandor e û ev ji bo min bes e. 128 saliya rojnamegeriya kurdî li ruhê pak ê Miqdad Mîdhet Bedirxan û hemû hevkaran pîroz be.”
Abdurrahman Gok - Rojnamegerê serbixwe : Rojnamegeriya kurdî ligel hemû astengiyan jî mezin dibe
Her roj hesabên dîjîtal yên saziyên ragihandinên kurd û rojnamegerên kurd têne astengkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê rojnameger têne girtin û bi gefên darvekirinê re rû bi rû ne. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi balefirên bê mirov hedef têne girtin û kuştin. Serdest û desthilatdar ji ya xwe nayêne xwarê û hêjî nehatine xwarê. Lê li hemberî vê, rojnamegeriya kurdî jî ji inyada ragihandina dengê gelê xwe û rastiyê nayê xwarê. Çawa di salên 90î de dema rojnamegerek dihate kuştin çend ciwanên din şûna wan rojnamegeran dadigirt û dema avahiyên rojnameyan dihatin mohr kirin avahiyên nû vedibûn, niha jî dema hesabên dijital têne girtin li şûna wan yên nû vedibin. Yanî ne dewlet dest ji tarîkirina heqîqetê berdide, ne jî rojnamegeriya kurdî ji ragihandina heqîqetê vediqete. Lê em dizanin yê bi ser bikeve wê heqîqet be. Lewre ti pot û pelat nikarin ser heqîqetê binixumînin.
Ji ber li saziyên dewletê yên fermî ne akreditene, nikarin her geşedanê bişopînin. Malperên kurdî ji ber ilanên fermî nagirin, ji hela aborî ve zehmetiyan dikişinin. Dema dezgehên ragihandinê têne girtin an jî rojnamegerên kurd têne binçavkirin û girtin ji hela hin saziyên rojnamegeriyê ve, ji nedîtî ve têne dîtin. Lê ev bi xwe jî nikare ew dengê ku êdî li qada navdewletî belav bûye qut bike. Lewre gelê kurd çawa di her warî de êdî têdikoşe û bi têkoşînê xwe dide qebûl kirin, di warê saziyên rojnamegeriyê de jî gavên pêşketî avêtine. Saziyên navdewletî rojnamegerên Kurd êdî ji saziyên Kurdî guhdar dikin û ev jî serkeftineke di vê qadê de ye. Bi hêviya serkeftinên mezintir û rojên geştir, Roja Rojnamegeriya kurdî li hemû rojnamegerên kurd pîroz be."
Mehdî Mutlu – Pêşkêşkarê Waar Tv: Em hewl didin deriyên gencîneya çanda kurdî vekin
Pêşkêşkirin, parastin û pêşxistina vê gencîneya çandî ji bo xwe wekî erkekê dibînim û bi şev û roj dixebitim. Bi vê boneyê, ez jî Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dikim û ji kurdan dixwazim ku zêdetir qedrî bidin çand û zimanê xwe.”
Rabîa Çetîn – Rojnameger: Medyaya kurdî serdema xwe ya zêrîn dijî.
“Bê guman, rojnamegeriya Kurdî nikare ji dîroka têkoşîna kurdan cûda were nirxandin. Medyaya kurdî rêyeke dirêj û dijwar qet kiriye heta ku gihîştiye asta xwe ya îro. Asta ku ew îro gihîştiye, yek ji serdemên herî zindî di dîroka medyaya kurdî de ye.
Her çend rojnamegeriya kurdî û medyaya kurdî li Tirkiyeyê hîn jî rûbirûyê gefên cûrbecûr ên wekî sansûr, zext, girtin û dozên yasayî dibin jî, ew di standardeke pir bilind de ne. Ji bilî rêya ku ji hêla şêwirmend û kesayetiyên me yên payebilind ên di pîşeyê de hatiye vekirin, pêşketinên girîng ên di teknolojiyê de jî medyaya kurdî gihandiye asteke pir bilindtir. Bi kurtasî, tevî her tiştî, medyaya kurdî serdema xwe ya zêrîn dijî.”
Sîdar Basût - Nûnera Channel8 ya Enqere: Pênûsa me ne tenê amûreke nûçeyan e
Tevî hemû qedexe û zextên dîrokî, hatina me ya heta îro serkeftineke mezin e. Enqere dilê siyasetê ye, zehmetiya herî mezin a ku ez wekî jin rû bi rû dimînim, bandora mêran a li ser rojnamegeriyê û qada siyasiye. Ji aliyê din ve jî tu bi nasnameya xwe ya kurdî têkoşînê didî.
Dema ez li qadan nûçeyan dişopînim, carinan astengiyên protokolan re rû bi rû dimînim. Gihîştina agahiyên fermî ji bo me her tim dijwartir e. Lê ya herî zehmet; di nava wê qerebalixiya Enqereyê de, parastina rastiya ku li Kurdistanê diqewime û ragihandina wê bi zimanê kurdî ye. Ev yek berpirsyariyeke giran dide ser milê min.
Helbet rêya me ne bi gulên sor e. Lê belê, ragihandina rastiyê hêzeke wisa dide mirov ku tu zehmetî li ber ranaweste. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim da ku ji pênûsa xwe û ji zimanê xwe bawer bikin. Jinbûn ne asteng e, berevajî, nêrîna jinê ya li jiyanê, qada rojnamegeriyê hîn bicoş û rasttir dike.”
Metin Yoksu - Rojnamegerê serbixwe: Divê rojnamegerên kurd bidin yek
Bêkarî û derfetên kar ên kêm di vî warî de di nav pirsgirêkên herî mezin de ne. Ji ber ku medyaya bi zimanê kurdî an tirkî pir kêm e, em gelek caran neçar dimînin ku xwe bispêrin medyaya navend-rojava.
Rojeva kurdan bi piranî bi nêrîna medyaya tirkî de têne ragihandin. Ev rewş dibe sedem ku pirsgirêkên li pêşberî bajaran û rojeva civaka kurdî yan bi awayekî ne temam yan jî bi awayekî rûserî werin ragihandin.
Ji aliyê din ve, medyaya kurdî bi temamî ne serbixwe ye. Ew yan di bin bandora dewletê de yan jî di nav serweriya siyaseta kurdî de kar dike. Ev yek bi awayekî cidî pêşî li rojnamegeriya azad û serbixwe digire.
Lêbelê, raya giştî ya kurdî ji me hêvî dike ku em rojnamegeriyeke rexnegir, lêkolîner û di heman demê de rewşenbîrî hilberînin. Mixabin, hejmara saziyên ku dikarin vê hêviyê pêk bînin pir kêm e.
Îro, medyaya kurdî li bakur di navbera dezgehên wekî Rûdaw, K24 û Ajansa Mezopotamyayê de di nav tengasiyê de ye. Her çend her yek ji van saziyan di warê xwe de xebatên girîng pêk tîne jî, nebûna medyayeke kurdî ya xurt û serbixwe li derveyî wan rasterast dibe sedema bêkariyê.
Lêbelê, pêwîst e ku civaka karsaziyê piştgiriyeke mezintir bide destpêşxeriyên medyayê yên serbixwe û rojnamevanên takekesî.
Serxwebûna medyaya kurdî girêdayî yekbûna rojnamevanan e. Li her bajarekî kesayetiyên serkeftî di warên xwe de hene. Lêbelê, çawa ku kurd ji bo 'yekîtiya neteweyî ya kurd' nikarin bên ba hev, di warê rojnamegeriyê de jî nayên ba hev. Rojnamevanên li Rojava her tim dibin yek. Ew weşanên hevpar derdixin. Lê li vir, kes nûçeyên yê din jî parve nake.
Heke em bixwazin rojnamegeriya kurdî pêş bixin, divê em rêyekê bibînin da ku hevgirtinê ava bikin.
Li Rojava, rojnamegerî wekî karê rewşenbîran tê dîtin; li bakurê Kurdistanê, mixabin, ew pir caran wekî karekî bêqîmet tê dîtin. Divê ev zîhniyet were şikandin û giraniya barê li ser rojnamegeriya kurdî divê were naskirin."
Emin Aba - Koordinatörê RûpelNewsê: Rêveberiya profesyonel û ewlehiya darayî ji bo pêşeroja medyayê bingehîn in
Yek ji kêmasiyên herî mezin ên medyaya kurdî pirsgirêkên aborî nin. Gelek rojnamegerên me yên hêja hene, lê ji ber ku heqê keda wan nayê dayîn, neçar dimînin ku di mecrayên cuda û bi zimanên cuda de karê xwe bikin. Ji aliyekî din ve, tevlihevkirina hest û daxwazên kesane yên xwedî û rêveberên giştî yên dezgehên medyayê, di nava kar de, rê li ber pêşketina profesyonel digire. Pêdivî bi rêveberiyeke pirtir profesyonel heye.
Ev pirsgirêkên navxweyî helbet, lê li aliyê derve jî zext, sansûr û astengî wekî barekî giran li ser milê rojnamegeran e. Ji ber ku saziyên siyasî giraniya xwe ya pêwîst nîşan nadin, rojnameger li hemberî zextan bêparastin dimînin. Saziyên medyayê yên ku bi kelecaniyeke nû dest bi kar dikin, bi astengkirina lînkan re rûbirû dimînin û ji ber nûçeyekê hemû keda malperekê tê pûçkirin.
Tevî van pirsgirêkan jî medyaya kurdî mezin dibe; nemaze nifşê ciwan bi mereqeke mezin berê xwe dide vê qadê. Ji bo siberojê, vekirina dibistanên medyayê û kursên profesyonel dê bibe alîkar ku kariyera rojnamegerên kurd bi pêş bikeve. Di vê mijarê de, divê saziyên siyasî ji bo afirandina derfetan pirtir aktîf bin.