TR KU AR
FB X IG

Omer Ocalan: Kurd êdî naxwazin bibin leşkerên hin dewletan

Hasan Kosen
Edîtor
📅 12 adar 2026 12:35
Parlementerê DEM Partiyê û biraziyê rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan got, kurd êdî naxwazin bibin leşkerên hin dewletan. Ocalan derbarê koça dawî ya Salih Muslim de anî ziman ku‘Salih Muslim her tim digot hebûna Kurdistana Rojava ji bo Tirkiyeyê ne gef e. Lê mixabin ev nehat fêmkirin.’

RûpelNews - Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, derbarê koça dawî ya siyasetmedarê kurd Salih Muslim û ‘proseya aşitiyê ya nû’ de ji peyamnêrê RûpelNewsê Hesen Kosen nirxandinên balkêş kir in.

‘Salih Muslim ji bo her çar parçeyên Kurdistanê nirxeke hevpar bû’

Omer Ocalan got, “Gelê kurd bi xemgînî koça dawî ya Salih Muslim pêşwazî kir. Salih Muslim, siyasetmedarekî jîr û jêhatî û aşitîxwaz bû. Ew ji bo her çar parçeyên Kurdistanê nirxeke hevpar e. Kedkar û xebatkarekî gelek mezin bû. Divê em li vê mîrata ku ji me re hiştiye xwedî derkevin. Ev mîrat dikare hemî kurdan bigihîne hevdu. Salih Muslim her tim di nava gel de bû. Malbata wî jî gelek bedel dan. Gelê kurd jî dizane lawê wî Welat jî li Rojava di şerî de şehît ketibû.’

‘Tirkiye Salih Mislim fêm nekir’

Ocalan da zanîn ku, Salih Muslim di destpêka şerê Sûriyê de gelek caran serdana Tirkiyeyê jî kiribû û dîplomasiyeke berfireh dimeşand û dixwest ku bi Tirkiyeyê re dîplomasiyek aşitiyê bimeşîne. Ocalan got ku,  ‘Mixabin rastiya Salih Muslim ji aliyê dewlata Tirkiyeyê ve nehat fêmkirin.’

‘Hebûna Kurdistana Rojava ji bo Tirkiyeyê ne gef e’

Ocalan wiha behsa hewl û xebatên Salih Muslim kir: “Ji bo ku pêwendiyan kurdan bi welatên cîran re baş be Salih Muslim gelek hewl û xebatên dîplomatîk birêve dibir. Ji beriya ku Salih Muslim koça dawî bike gelek caran digot, ‘Hebûna Kurdistana Rojava û kurdên Rojava ji bo Tirkiyeyê ne gef e.’ Lê mixabin her tim li hemberî Rojava bertek hatin nîşandan û êriş li ser Rojava hatin kirin.”

‘Kurdistan kirine çar parçe lê kurd yek in’

Omer Ocalan derbarê aloziyên li navçeyê û rewşa Rojhilatê Kurdistanê de jî got ku, ne tenê kurdên Rojava; lê kurdên hemî parçeyên din ên Kurdistanê ji bo cîranên xwe û ji bo Tirkiyeyê ne gef in. Ocalan di vê derbarê de wiha axivî: “Kurdistan ji aliyê dewletên Rojavayî ve hatiye parçekirin.  Sînorên di navbera me kurdan de ji me re bê wate ne. Ji beriya 100 salan hinekan Kurdistan ji hev veqetandiye lê kurd bi hestiyarî û hişmendî û nasnameya xwe yek in. Mixabin ev rastî nayê fêmkirin.

‘Kurd dixwazin xwe biparêzin’

Omer Ocalan behse bîranîneke xwe ya bi Salih Muslim re jî kir û wiha got: “Di destpêa şerê Rojava de ji min re gotibû, ‘Kurd êdî naxwazin bibin leşkerên hin dewletan. Dixwazin xwe biparêzin, dixwazin bibin leşkerên xwe, dixwazin hebûn û nasnameya xwe biparêzin’. Lê dibe ku van gotinên wî gelek alî aciz kiribe. Lê ev gotin jî rast bûn. Kurdan bi salan xizmeta dewetên Rojhilata Naverast kirine. Lê tu caran xizmeta xwe nekirine. Bi destpêkirina şerê Rojava re hişmendiya yekitiya netewî pêş xistin. Di warê hestiyarî de yekitiya xwe ava kirin. Ked û xebata rehmetî Salih Muslim di avakirina vê yekitiyê de gelek e.”

‘Divê kurd di destûra bingehîn de bên naskirin’

Omer Ocalan, derbarê proseya aşitiyê ya nû de jî got, divê nasnameya kurdî di destûra bingehîn cih bigire û divê hebûn û mafên kurdan werin qebûlkirin.

Ocalan got, wî ji beriya deh rojekê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî û Ocalan ji wî re gotiye ku, divê aliyên dewletê gavên yasayî û hiqûqî biavêje.

‘Serok Ocalan jî dixwaze dewlet gavên yasayî biavêje’

Omer Ocalan derbarê vê mijarê de wiha axivî: “Sedema giranmeşandina vê proseyê ne ji tevgera azadiyê ye û ne jî ji Serok Ocalan e. Mixabin aliyê dewleta Tirkiyeyê de ev prose hêdî tê meşandin. Em nizain di serê dewletê de çi heye, di burokrasiya dewletê de içi heye lê belê ev prose bi hêdî dimeşe. Serok Ocalan, di hevdîtina dawiyê de ji me re jî got ku, ‘Me heta niha gelek tiş anî ziman lê êdî gavên şênber û pratîkî pêwîst in. Divê hinek gûhertinên zagonî werim pê anîn. Divê êdî em ji vê qonaxê derbas bibin’. Rast e gelek tişt tên gotin û şîrove tên kirin, gelek aliyên siyaseta cûda de jî nirxandinên gelek balkêş tên kirin. Lê ev nirxandin in. Heta ku ev yek bi hiqûqî neyên tomarkirin û di vê pêvajoyê de bi fermî û zagonî gav neyên avêtin êdî wateya wê namîne.”

‘Kurd li hêviya gavên yasayî ne’

Omer Ocalan di dawiya axaftina xwe de da zanîn, dema ku kurd li hêviya gavên yasayî ne û wiha got, “Dema ku bi yasayî û hiqûqî gav hatin avêtin dê kurd jî xwe di xetereyê de nebînin. Dema ku nasnameya kurda di destûra bingehîn de cih bigire wê demê dê hebûn û mafê wan çêbibe. Divê êdî hikûmeta Tirkiyeyê gavên şênber biavêje.”

Parve bike: