Hunermend Weysi Daşdemir: Gelê Kurd aştiyeke bi rûmet dixwaze
RûpelNews - Daşdemir bal kişand ser wê yekê ku gelê Kurd û kesayetên Kurd ji nêz ve pêvajoya aştiyê dişopînin û hêviya xwe ya ji bo encameke serkeftî anî ziman. Wî bal kişand ser êşên mezin ên ku gelê Kurd di paşerojê de ji bo vê dozê kişandine û bi taybetî tekezî li ser statuya zimanê Kurdî kir.
Daşdemir got: "Em dixwazin ku mafên gelê Kurd bi taybetî mafê ziman û zimanê dayikê di yasayan û destûrê de bên misogerkirin."
"Em dixwazin Kurdî bibe xwediyê statuya fermî"
Daşdemir, ku parêzvaniya bidestxistina statuya fermî ya zimanê Kurdî li Tirkiyeyê (hem di asta destûrî û hem jî ya yasayî de) dike, da zanîn ku di nava gel de hesteke mezin a bêhêvîtiyê derbarê pêvajoyê de heye.
Wî anî ziman ku ji ber bûyerên borî, hin kes nîgeran in ku dibe pêvajo vegere rewşa şer û pevçûnan, herçend bixwe ti tirseke wisa di dilê wî de tune be.
Daşdemir bi gotina ku daxwazên wan ne zêde ne, wiha axivî: "Wekî Kurd, wekî mirov û wekî civak, em dixwazin xwedî li mafên xwe derkevin yanî ziman, çand û hunera xwe – tam wekî gelên din ên cîhanê."
“Em nikarin hunera xwe bêyî zimanê xwe pêş bixin”
Daşdemir, bi rêya nasnameya xwe ya hunermendiyê balê dikişîne ser girîngiya ziman û her wiha bang li malbatan dike ku alîkariya zindîhiştina zimanê Kurdî bikin.
Daşdemir bi bîr xist ku ew di çalakiyan de her tim teşwîqî kurdan dike ku “xwedî li zimanê xwe derkevin û di vê mijarê de bi israr bin” û diyar kir ku divê malbat li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin.
Daşdemir tekez kir ku divê zarok kurdî di serî de ji malbatên xwe fêr bibin û got: “Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin, û heke kurdî nebe zimanê perwerdeyê an jî zimanê fermî, zarokên me nikarin wê fêr bibin. Kal-pîrên me hinekî jê dizanin, lê beşeke girîng a ciwanên me nizanin. Heke rewş bi vî awayî bidome, em ê di dawiyê de bigihîjin wê astê ku êdî em nikaribin zimanê hevdu fêm bikin.”
“Em êdî şer û pevçûnan naxwazin”
Daşdemir teqez kir ku divê pêvajo bi awayekî şefaf û li gorî yasayê were meşandin û diyar kir ku pêwîst e aliyên têkildar bi hev re dilsoz bin.
Daşdemir got: “Divê ew raya giştî nexapînin. Em êdî naxwazin werin kuştin, revandin, girtin an jî binçavkirin. Em êdî naxwazin di nava xizaniyê de bijîn.”
Daşdemir anî ziman ku ew dixwazin hemû beşên civakê li Tirkiyeyê di nava aştiyê de bijîn û got ku ew naxwazin dubarebûna şer, pevçûn û êşên ku di paşerojê de hatine jiyîn bibînin.
Daşdemir bal kişand ser kêmbûna baweriya di nava civakê de derbarê pêvajoyê de û got: “Êdî tu zarokekî me yê mayî jî tune ye ku em bikin qurban.”
“Em aştiyeke bi rûmet dixwazin”
Daşdemir bi gotina ku ezmûnên borî baweriya gel a li hemberî pêvajoyê lawaz kirine, bal kişand ser wê nêrîna ku pêvajo bi şefafiyeke têrker nehatiye birêvebirin.
Tevî vê yekê, Daşdemir anî ziman ku gel dixwaze pêvajo encameke erênî bide û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir:
“Lêbelê, her kes çareseriyeke baş dixwaze. Her kes dixwaze ku ev pêvajo bi awayekî bi rûmet bi aştiyeke bi rûmet bi dawî bibe. Em naxwazin ku ev pêvajo bi awayekî bêrûmet, yanî bi şêweyê teslîmbûnê, bi dawî bibe.”