Serok Barzanî: Têkiliyên gelê Kurdistanê û Fransa bihêz in
RûpelNews - Roja pêncşemê 17ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyoz Emmanuel Mignot, Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê Giştî yê Nû yê Fransayê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha Serok Barzanî behsa çend wêstgehên girîng ên têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê de kir û ew têkilî wekî dostane û bi hêz bi nav kirin.
Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Hewlêrê jî tekez li ser wê yekê kir ku ew têkilî û dostaniya dîrokî dê berdewam be û ew dê hewl bide li ser rêçika konsulên berê ji bo pêşxistina wan têkiliyan di warên cihêreng de kar bike.
Her di wê hevdîtinê de dawîn pêşhat û rewşa navçeyê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û herwiha mijara bidawîhatina erkê hêzên Hevpeymanan li Iraqê xistin ber behs û gotûbêjê û nirxandinê wê kirin.