TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê dê Lindsey Graham ji bîr neke

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 12 tîrmeh 2026 10:52
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî koça dawî ya Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham peyameke sersaxiyê weşand.

RûpelNews - Di daxuyaniya xwe de, Serokwezîr Barzanî got ku wî bi xemgînî mezin nûçeya mirina Graham bihîstiye,û sersaxiya ji malbat, hezkirî, serokatiya Senatoya DYA û senatorên hevalên wî re pêşkêş kir.

Di peyama xwe de, Mesrûr Barzanî her wiha tekezî li ser girîngiya Graham ji bo gelê Kurdistanê kir û diyar kir: "Gelê Kurdistanê dê her dem dostayetî û piştgiriya wî ya bêdawî bi bîr bîne."

Barzanî destnîşan kir ku piştgiriya demdirêj a Graham ji bo Kurdistanê dê di bîra gel de bimîne û sersaxî ji malbat û hezkiriyên senator re xwest.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê ofîsa Senator Lindsey Graham ve bi rêya medyaya civakî hat weşandin, hat ragihandin ku senatorê Komarî, yê ku nûnertiya Karolînaya Başûr dikir, êvara Şemiyê "ji ber nexweşiyeke kurt û ji nişka ve" wefat kiriye. Derbarê sedema mirinê de ti hûrgiliyên din nehatin parvekirin.

Parve bike: