TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Îro Roja Rojnamegeriya kurdî ye

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 22 nîsan 2026 08:55
Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya kurdî ye. Ev roj li Kurdistanê bi panel û civînan cihêreng tê pîrozkirin. 

RûpelNews - Roja Rojnamegeriya Kurdî wekî li gelek bajarên Kurdistanê li bajarên kurdnişîn yên cîhanê ji aliyê kurdan we tê pîrozkirin. Li Zanîngeha Dîcle ya Amedê, panelek bi navê “Ji duh heta îro rojnamegeriya kurdî” tê lidarxisin. Panel bi moderatoriya nivîskar Ehmed Kanî û beşdariya axêver, akademîsyen Doç. Dr. Vahap Coşkun, Doç. Dr.  Zulkuf Ergun, Dr. Dirbas Mistefa û Dr. Rewan Subhî tê lidarxistin. 

Di panelê de dê li ser mijarên wek,  “Bandora çepemeniya kurdî li ser nasnameya kurdî, zimanê kurdî û destpêka rojnamegeriya kurdî, ji kaxezê ber bi dijîtalê, medyaya kurdî di serdema hişê çêkirî de” pêşkêşî û gotûbêj werin kirin.

Çîroka Rojnamegeriya Kurdî

Sala 1898an, wate 128 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, rewşenbîrê kurd Miqdad Mîdhed Bedirxanê ji binemala Mîr Bedirxan rojanemeya bi navê “Kurdistan”ê derxist.
Îro hevdem li gel derketina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ku 128 sal di ser wê rojê re derbas bûn, 28 sal jî di ser damezrandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê re derbas dibin.

22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya kurdî ye, ji ber ku “Rojnameya Kurdistan”ê rojeke wekî îro dest bi weşanê kir.

Rojnameya Kurdistanê

128 sal berê ango sala 1898an Miqdad Mîdhed Bedirxan cara yekemîn li Qahîreya paytexta Misirê rojnameyeke kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist.
Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmar çap kirin
Miqdad Mîdhed Bedirxan 5 hejmarên pêşî derxistin lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî, Miqdad Mîdhed Bedirxan nekarî rojnameyê berdewam bike.

Ji ber wê birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir.
Hejmarên yekemîn heta 5emîn li Qahîreyê, 6emîn heta 19emîn li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê, 20emîn heta 23yemîn careke din li Qahîreyê, hejmara 24ê li Londonê, ji 25an heta 29an li Îngilistanê û hejmarên 30 û 31ê jî dîsa li Cinêvê hatin çapkirin û weşandin.

Piştî rojnameya Kurdistan bi rêzê rojnameyên Şerq û Kurdistan, Amîd-î Sevda, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Yekbûn û Kovara Jîn û herwiha rojnameyên bi navê "Kurdistan" û "Jîn"ê hatine çapkirin.

Biryara Herêma Kurdistanê 

75 salan piştî derketina rojnameya Kurdistanê, sal 1973yan li Başûrê Kurdistanê, 22yê Nîsanê wekî “Roja Rojnamegeriya Kurdî” hat destnîşankirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran rojname û kovarên Kurdî derketine.

Parve bike: