TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Qûtbûna înternetê, aboriya Îranê têk bir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 21 gulan 2026 15:50
Qutbûna înternetê ya li Îranê ku nêzîkî sê mehan e berdewam dike, aboriya welêt xistiye nav krîzeke mezin. Riyala Îranê daket asta herî nizm, bihayên xwarinê gelek bilind bûn û zêdetirî milyonek kesî bêkar man.

RûpelNews - Qutbûnên înternetê li Îranê ku ev sê meh in didome wek qûtbûna herî giran û dirêj di dîroka vî welatî de tê pênasekirin. Ev qedexeya li ser înternetê krîza aborî ya heyî ya vî welatî mezintir kir û di heman demê de bandorê li ser debar û jiyana rojane ya bi milyonan mirovan kir.

Yekemîn qedexe anku sînordarkirina mezin a li ser înternetê li Îranê di 8ê Çileyê de, piştî protestoyên girseyî yên ku ji ber krîza aborî di Kanûna 2025an de dest pê kiribûn, ketin meriyetê. Her çend sînordarkirin demkî hatibin sistkirin jî, ew piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de ji nû ve hatin danîn.

Aboriya Îranê têk çû

Ji ber û şer û gemaroyan aboriya Îranê xerab bû niha ligel qutbûna înternetê jî aboriya Tahranê xerabtir bû. Hat ragihandin ku li welêt zêdetirî milyonek kesî ji ber qûtbûna înternetê ji karên xwe bûn. Bihayên xwarinê bi awayekî zêde bilind bûn û riyalê Îranê daketiye asta xwe ya herî nizm a dîrokî.

Mohammad Reza Farzanegan, aborînasekî pisporê aboriyên Rojhilata Navîn, diyar kir ku li Îranê nêzîkî 10 milyon kar rasterast an jî nerasterast bi aboriya dîjîtal ve girêdayî ne.

Bi taybetî sektora teknolojiyê zirareke mezin dît. Digel vê firoşkarên online, xebatkarên din ên li ser kompitir û înternetê kar dikin dawî li karê xwe anîn. 
Di vê navberê de, gelek Îranî tevî qedexeyê jî hewl didin ku bi bikaranîna termînalên satelaytê yên Starlink xwe bigihînin înternetê. Tê ragihandin ku rayedar li dijî kesên ku van amûran bi kar tînin operasyonan dikin, û kesên ku tên girtin û tên şandin bo girtîgehê.

Hikûmeta Îranê îdia dike ku ev sînordarkirin ji ber 'şert û mercên şer' tên danîn.

Parve bike: