Aboriya Îranê ber bi têkçûnê ye: Pirsgirêk zêde, dahat kêm bûne
RûpelNews - Ambargo û dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li dijî Îranê ziyaneke mezin li aboriya Tehranê kir. Daxuyaniya dawî ya Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî kûrahiya krîzê raxist ber çavan.
Pezeşkiyan di civîneke li Îranê de, destnîşan kir ku beriya ambargoya deryayî ya Amerîkayê, kelûpelên hawirde rasterast digihîştin welêt, lê îro ew tenê dikarin bi rêyên cuda werin Îranê û ev yek lêçûna dawî ya kelûpelan zêdetir kir. Pezeşkiyan got: "Pirsgirêkên me qat bi qat zêde bûn, dahata me gelek kêm bû."
Serokê Îranê her wiha bal kişand ser kêmbûna dahatên dewletê û wiha axivî:
"Dahata me jî kêm bûye. Me berê petrol difirot, lê niha em nikarin bifroşin. Wan êrîşî gelek febrîqayan kir û ew wêran kirin. Em nikarin bacê ji fabrîqeyan jî berhev bikin, ne tenê ew, lê li ser vê yekê divê em pere bidin wan da ku bikaribin li ser piyan bimînin."