Iraqê geştên asmanî bo Îranê rawestand
RûpelNews - Di nameyeke ji aliyê rêveberiya Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê ve ji şîrketên hewayî re hatiye şandin de, şîrketên hewayî hatin agahdarkirin ku ti prosedurên têkildarî geştên bo Îranê, di nav de bilêtfirotin û xizmetên li erdê, pêk neynin. Hat ragihandin ku eger geşt ji nû ve dest pê bikin, dê daxuyaniyeke din bê dayîn. Lêbelê, sedema biryarê û dezgeha ku ev biryar li ser daxwaza wê hatiye dayîn, nehatin eşkerekirin.
Li gorî raporên di çapemeniya Iraqê de, nehate destûrdan ku balafireke şîrketa Meraj Airlines a Îranê li Necefê rêwiyan siwar bike. Hat ragihandin ku balafir piştre bêyî rêwiyan vegeriya bajarê Meşhedê yê Îranê.
Ev biryar di demekê de hat dayîn ku cezayên nû yên DYAyê yên li dijî sektora hewavaniya sivîl a Îranê ketin meriyetê. Ajansa Reutersê ragihand ku, ji bilî Îmarat û Omanê, Bexdayê herwiha qedexe li ser geştên ku ji aliyê şîrketên hewayî yên Îranî ve tên kirin, danîne.
Washingtonê berê ragihandibû ku dê ji 23ê Îlonê û pê de, cezayan li ser şîrketên welatên sêyemîn ên ku bi şîrketên hewayî yên Îranî re kar dikin, berfireh bike.