Jiyan
Pûtîn: Rûsya amade ye erka xwe ya hevpeymanîbûna ligel Ermenistanê bicih bîne
PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan ji AFPê re ragihandibû ku heger ne ji destwerdana Tirkiyê bûna şerê Qerebaxê di navbera Azerbaycan û wan de rû nedida û gotibû, wê Rûsya erka xwe bicih bîne destwerdana rewşê bike.
Piştî daxuyaniyên Paşinyan, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro 7ê Cotmehê ji Rossiya 24ê re axivî û got ku Rûsya amade ye erka xwe ya hevpeymanîbûna bi Ermenistanê re bicih werîne.
Pûtîn şerê Qerbexaê wekî ‘trajedî’ bi nav kir û banaga demildest bidawîkirina şer û pevçûnan kir.