Jiyan
Pûtîn bersiv da: Ez û Trump hevnêrîn in, lê...
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna rojnamevanî ya dawiya salê de, li ser pirsa rojnamevanan derbarê daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên vekişîna ji Sûriyê de, axivî.
Pûtîn diyar kir, "Bi giştî li ser têkçûna DAIŞê li Sûriyê, bi Trump re di heman nêrînê de me. Lê belê hîn xeteriya ku terorîstên DAIŞê lihev kom bibin heye.”
Serokê Rûsyayê herwiha gumanên xwe yên li ser vekişîna leşkerên Amerîkî ji Sûriyê anî ziman û got, “Ez mijara vekişandina leşkerên Amerîkî ji Sûriyê nizanim. Em hîn nîşaneyeke vekişînê nabînin. Amerîkayê berê gelek caran ji bo Afganistanê jî gotibû, ew dê vekişin lê hîn li wir in.”