Porosenko: Rûsya dikare sîlihên nuleerî li Kirimê deyne
PeyamaKurd- Serokê dewleta Ûkraynayê Petro Poroşenko tevlî civîna Neteweyên Hevgirtî bû û axaftinekî kir. Di axaftina xwe de behsa welatê xwe kir ku ev 5 sale li welatê wî şerekî heye û got ku niyeta Rûsyayê tine şer bide rawestandin. Di şer de heya niha 13 hezar kes mirine û di ser 28 hezarî de kes birîndar bûne. Poroşenko weha got:
“Îhtîmala ku Rûsya li Kırımê sîlihên nukleerî bicîh bike nayê piştgohkirin. Ji xwe bingeha wê heye û ev 5 sale ku Rûsya vê bingeha han nû dike. Li Behra Reş tevger û alavên leşkerî bi awayeka komkî tînin bicîh dikin. Li Kırımê 32 hezar û 500 leşker, jimareka zêde sîstema roketan, balafirên şer, keştiyên şer û keştiyên noqavê hene.”
Poroşenko di dewama gotinên xwe de got ku heya niha 24 leşkerên Ûkraynayê bernedane ku 4 meh berê di krîza Kerçê de hatibûn girtin. Poroşenko xwest ku Neteweyên Hevgirtî zorê bide ser Rûsyayê da leşkerên wan berdin.