TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Parlamentoya Tirkiyeyê peyva 'bajarên kurd' wek 'bêedeb' dît

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 20 gulan 2026 17:53
Pêşniyarnameya ji aliyê Parlamentera DEM Partî Newroz Uysal Aslan ve li ser kuştinên kiryarên nediyar hatibû amadekirin, ji aliyê Serokatiya Parlamentoya Tirkiye ve bi hinceta ku tê da hevoka "bajarên kurd" derbas dibû hat redkirin.

RûpelNews - Parlamentera Partiya DEMê Newroz Uysal Aslan di 27ê Nîsanê de derbarê lêpirsîna kuştinên neçareserkirî, windahiyên bi zorê di bin destê polîsan de û bûyerên bêcezayîtiyê de, pêşniyarnameyeke lêpirsînê pêşkêşî Parlementoya Tirkiyeyê kir.

Serokatiya Parlamentoyê hevoka "bajarên kurd" ya di pêşniyarnameyê de wekî "bêedeb û bi êş" nirxand û daxwaz kir ku ev hevok werin sererastkirin an guhertin.

Newroz Uysal Aslan bertek nîşanî bersiva Serokatiya Parlamentoyê da û wiha got: "Di pêşniyarnameya me de yek peyva 'bêedeb an jî êşdar' nîn e; tenê rastiyên dijwar hene ku ji înkar, bêdengî û bêcezayiyê hatine honandin. "Gelo navlêkirina tiştê ku li parêzgehên Kurd qewimiye, an ew rastiya ku arşîvên dewletê girtî dimînin êşdar e?

Parve bike: