Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê
RûpelNews - Parlamentoya Iraqê roja Şemiyê 11ê Nîsana 2026an ji bo hilbijartina serokomarê nû rûniştineke taybet li dar xist. Di rûniştina ku 223 endamên parlamentoyê beşdar bûn. Nizar Amêdî piştgiriya piraniya parlamenteran wergirt û bi fermî wek serokomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin.
Nizar Amêdî kî ye?
Nizar Mihemed Seîd Mihemed Amêdî di sala 1968an de li Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Ew zewicî ye û bavê çar zarokan e. Ji hêla akademîk ve, xwediyê bawernameya lîsansê di endezyariya mekanîkê de ye û xwedî zanînek berfireh a karûbarên îdarî û teknîkî ye.
Nizar Amêdî kesayetiyek girîng di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ye û niha endamê mekteba siyasî ya partiyê ye. Ew ji sala 1993an heta 2003an wek serokê ofîsa Polîtburoya YNKyê li Bexdayê kar bike. Di navbera salên 1993 û 2003an de, wî li ofîsa Sekreterê Giştî yê YNKê xebitî.
Amêdî di navbera salên 2005 û 2015an de ji bo 17 salan wekî şêwirmendê her sê serokomaran (Celal Talebanî, Fuad Masum û Berhem Salih) xebitiye. Vê ezmûnê zanîneke kûr a pêvajoyên destûrî û siyasî yên welêt daye wî.
Nizar Amêdî ji sala 2022an heta 2023an wekî Wezîrê Jîngehê yê Iraqê xebitî. Wî di civînên navneteweyî de li Swîsre, Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê, Îran, Erebistana Siûdî, Oman û Rûsyayê nûnertiya Iraqê kiriye.
Nûnertî di lûtkeyên cîhanî de
Serokê nû di gelek lûtkeyên girîng ên navneteweyî de serokatiya şandeya Iraqê kiriye an jî endamê wê bûye, di nav wan de:
Endamê şandeya Iraqê ya ji bo lûtkeyên Yekîtiya Ereban li Misir, Cezayîr, Tunis, Erebistana Siûdî û Kuweytê.
Beşdariya Lûtkeya Jîngehê ya COP 21 li Parîsê (2015).
Serokê Şandeya Iraqê ya ji bo Lûtkeya COP 28 li Îmaratê (2023).
Serokê Şandeya Iraqê bo Civata Giştî ya NY li Kenyayê (2023).