TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

TAYBET- Rojhat Amedî: Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî hevalbendê Heşdî Şebî ye

Hasan Kosen
Edîtor
📅 13 nîsan 2026 22:44
Nivîskar û şîrovekarê siyasî Rojhat Amedî got, senaryoyek li dijî Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin û li gorî vê senaryoyê, Heşdî Şebî serokomarê nû yê Iraqê hilbijart. Amedî dibêje, dê Îran hêza xwe winda bike û senaryoyên li dijî Herêma Kurdistanê dê têk biçin.

RûpelNews - Parlamentoya Iraqê namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî wek serokomarê nû yê welêt hilbijart. Lê belê ev hilbijartin û şêwaya hilbijartinê rastî gelek reaksiyonan hat. Wekî ku gelek aliyan pîrozbahî li Serokomarê nû kirin, gelek aliyan jî rexneyên tund lê kirin. 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku ew Nizar Amêdî wekî nûnerê hemû Kurdistanê qebûl nakin. 

PDKê bertek nîşan da

Li gorî nirxandina PDKê şêweyê dengdayîna hilbijartinê li dijî yasayê bû û bi vî rengî yasa hatiye binpêkirin. PDKê di daxuyaniya xwe de wiha got, "Ew namzedê ku ji bo Serokkomariyê hatibû destnîşankirin, li derveyî mekanîzmaya Kurdistanî bû. Ev post mafê gelê Kurdistanê ye, ne yê partiyekê ye. Lê belê ev berbijêr ji bo vê postê ji aliyê partiyekê ve hat diyarkirin û çend aliyên pêkhateyên din ên Îraqê ew pesend kirin. Ev nayê qebûlkirin."

“Heşdî Şebî piştgiriya namzedê YNKê kir”

Piştî vê daxuyaniyê, nûner û parlamenterên PDKê yên li Bexdayê vegeriyan Herêma Kurdistanê. Şîrovekarên siyasî jî dibêjin ku, Heşdî Şebî piştgiriya namzedê YNKê kiriye û tifaqa wan li dijî Herêma Kurdistanê ye û dê hilweşe. 

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Rojhat Amedî, proseya hilbijartina serokomarê Iraqê Nizar Amêdî nirxand û got, “Her çend ew namzedê YNKê be jî ew ji aliyê nêzîkî 80 parlementerên Heşdî Şebî û hin parlementerên Şîa ku nêzîkî Îranê ne ve hatiye hilbijartin.”

“Amerîka naxwaze li Iraqê Heşdî Şebî bimîne”

Ev demeke dirêj e ku Amerîkî naxwazin li Iraqê hêza Heşdî Şebî bimîne û carcaran vê yekê rasterast ji rayedarên Iraqê re jî dibêje. Amedî di vê derbarê de jî wiha got, “Ji bo ku Heşdî Şebî nemîne divê parlemento biryareke yasayî bigire û divê ew biryar ji aliyê Serokomar ve were pesendkirin. Heger serokomar ne hevalbendê Heşdî Şebî be dê îmze bike. Lê belê Serokomarê nû dê îmze neke û dê pabendî siyaseta îranê be.

Ev ne bernameyeke nû ye, ev e pênc şeş meh  li ser vê proseyê kar tê kirin. Ewan dixwestin ku hêzên hevpeymanên Amerîkayê ne bişkên. Bernameyeke din ya Heşdî Şebî, Bexda û Tirkiyeyê li ser Şengalê heye. Çawe ku Tirkiyeyê bernameyeke entegrasyonê derxistiye niha bi rêya hin aliyan, Bexda û Tirkiyeyê li Şengalê ji aliyê YBŞê ve kongreyek hat lidarxistin û biryar hat girtin ku Şengal bi Bexdayê ve were girêdan.

Ev xetereyeke mezin e. Wisa xûya dike ku dê Îran şikestinekê bixwe û bandora xwe ya li ser Bexdayê jî ji dest bide. Dema wisa çêbibe dê Heşdî Şebî jî nemîne. Heger Heşdî Şebî nemîne PKK jî nikare li Şengalê bimîne.”

"Senaryoyên li ser Herêma Kurdistanê bi ser nakevin”

Li gorî şîrovekarê siyasî Rojhat Amedî, plan û senaryoyên li dijî Herêma Kurdistanê dê bi ser nekevin. Amedî dibêje, “ Ev gaveke Îranî ye. Ev gav ne yasayî ye jî. Nûrî Malikî israr dike ku bibe Serokwezîrê Iraqê. Amerîka vê yekê qebûl nake. Ji ber Nûrî Malikî rasterast bi Îranê ve girêdayî ye. Avakirina hikûmetê bi rewşa Îranê ve girêdayî ye. Heger rewşa Îranê xirabtir bibe ji xwe hikûmet jî li gorî Heşdî Şebî, Malîkî û Serokomarê nû çênabe. Wê demê dê rewşeke nû derkeve holê.”

“Bi lewazbûna Îranê re êrişên li ser Herêma Kurdistanê dê kêm bibin”

Ji beriya ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de  ji aliyê Îran û hêzên nêzîkî Îranê ve zêdetirî 700 êriş li dijî Herêma Kurdistanê hatin kirin û gelek kes şehîd û birîndar bûn. Li gorî nirxandina Amedî, "Bi lewazbûna Îranê re êrişên li ser Herêma Kurdistanê jî dê kêm bibin. Her ku Îran tengav bibe jî dê êrişên li ser Herêma Kurdistanê zêde bibin.”
 

Parve bike: