HEVPEYVÎNA TAYBET – Rojhat Amedî - Siyaseta kurdî di dema Rojhilata Navîn ji nû ve tê nexşandin de
RûpelNews - Di vê pêvajoyê de ne tenê sînor, di heman demê de cewherên tifaqên herêmî û berxwedana statuyên sed salî jî tên ceribandin. Siyaseta kurdî, li aliyekî hewl dide hevsengiyên destûrî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de biparêze, li aliyê din jî bi rîska ku bibe armanca stratejiyên xeternak ên hêzên navnetewî yên ku bi rêya wekîlan têne meşandin re rû bi rû ye. Her gava ku îro tê avêtin, dê ne tenê parastina destkeftiyên heyî bin, di heman demê de di nexşeya siyasî ya sedsala pêş de cihê ku Kurd wê bigirin jî diyar bike.
Em li ser geşedanên dawî yên herêmê, hevkêşeyên nû yên li Rojhilat û li ser piştperdeya serdanên baldar ên Tom Barrack diaxivin.
Çavdêrê siyasî û kesayetiyê xwedî ezmûn Rojhat Amedî, pirsên Koordînatorê RûpelNewsê Emîn Aba bersivandin."
Aba: Metirsiya şerê rasterast di navbera Îsraîl û Îranê de hemû hevsengiyên herêmê dihejîne. Di senaryoyeke wiha ya gurkirina şer de, gelo Herêma Kurdistanê dikare wekî "benderekî ewle" bimîne, an dê bibe eniyeke neçar a vî şerî?
Amedî: Pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê de bandorê li hemû herêmê dike, kurd jî di nav de. Ev rewş bandoreke kûr li hemû kurdan dike, bi taybetî li Herêma Kurdistanê ku heta niha wekî bendera herî ewle ya Rojhilata Navîn dihat qebûlkirin. Kurdistan di nava Iraqê de ye û Iraq, heta niha bendera herî pêbawer a Îranê bû. Yek ji sedemên derketina vê şerî jî destwerdana Îranê di karên navxweyî yên welatên herêmê de bi rêya Îraqê bû.
Îranê, bi tenê serê xwe hêza milîsên çekdar Heşdî Şabî ku nêzî 500.000 endamên wê hene, li Iraqê ava kir. Bi rêya vê hêza milîs, nearamî li Îraqê gur kir û di heman demê de hewl da Herêma Kurdistanê ya ku bendera herî ewle ya Îraqê ye, bêîstîqrar bike. Heşdî Şabî her wiha wekî pirekê kar kir ji bo gihandina her cure alîkariyê bo Hamas û Hizbullaha li Lubnanê.
Dema ev rastî tê ber çavan, eşkere diyar dibe ku şerê destpêkiriye bandorê li Kurdan û Herêma Kurdistanê jî dike. Lê belê ez bawer nakim ku kurd di eniyên pêş ên vê şerî de cih bigirin; ji ber ku ev şer beriya ku kurdan bikişîne nav xwe, dê bêtir bibe sedema pevçûnên navxweyî yên li Îraqê. Tenê penageha ewle ya ku ew dikarin bibînin, mîna her carê dê dîsa Herêma Kurdistanê be. Herêma Kurdistanê, ango Barzanî di vê mijarê de siyaseteke pir bi ezmûn dimeşînin.
Kurd û partiyên wan bi encamên wêranker ên şer agahdar in
Aba: Di vê aloziya heyî de, gelo tu di navbera partiyên Kurd de kêmasiya stratejiyek neteweyî ya hevpar dibînî? Ma mirov dikare behsa polîtîkaya "li bendê be û bibîne" bike, an belavbûnek heye? Di vê pêvajoyê de divê helwesteke çawa ya hevpar bê girtin?
Amedî: Şerê destpêkiriye bi awayekî xwezayî bandorê li Kurdan dike, bi taybetî li Kurdên başûr û başûrê rojhilat. Ji ber vê yekê, yekîtî û hevkariya di navbera partiyan de girîngiyeke jiyanî hildigire. Heya demeke nêzîk, dengên krîtîk ên ku yekîtiya Kurd xira dikirin bêdeng bûne, ji ber ku hemû Kurd û partiyên wan bi encamên wêranker ên şer agahdar in û ya ku kurdan li hev digire jî tam ev e.
Ji aliyê din ve, di deh salên dawî de hewildanên hinek derdorên kurd ên ku polîtîkayeke alîgirê Bexdayê dişopandin, an jî dixwestin Herêma Kurdistanê bi temamî radestî Bexdayê bikin, bêencam man û hatin jêbirin. Ji bo rêgirtina li geşedanên pêşerojê ku li dijî kurdan neyên guhertin, helwest û tifaqa PDK û YNKê pir girîng e, helwesta avaker a Serok Mesûd Barzanî xwedî girîngiyeke mezin e û di vê mijarê de gavên pêwîst jixwe têne avêtin.
DYA û hevpeymanên wê dixwazin plana Kurd bi rêya Barzaniyan pêk bînin
Aba: Li gorî helwesta ku Serok Barzanî di dema borî de ji bo parastina destkeftiyên Rojava nîşan dabû, cenabê te rêberiya wî ya di vê pêvajoya krîtîk de çawa dinirxînî? Di vê konjonkturê de gavên bingehîn ên ku jê tên hêvîkirin çi ne?
Amedî: Berî her tiştî bila diyar bikim, divê mirov qebûl bike ku Serok Barzanî û bi giştî Barzanî di parastina destkeftiyên gelê Kurd de wekî keleyekê (kela parastinê) kar dikin. Divê mirov rola Serok Barzanî ya di parastina destkeftiyên li Rojava de jî di vê çarçoveyê de bibîne û ev mîsyon nêzî 100 sal in berdewam dike. Jixwe ji ber vê yekê, yên ku êrîşî têkoşîna azadiya neteweya kurd dikin, di nav civaka Kurd de her tim hewl dane Barzaniyan bêîtibar bikin. Ev kampanya reşkirinê her çend ne wekî berê bi bandor be jî, hîn jî bi awayekî pir pîs berdewam dike û Başûr jî hîn bi vê yekê ne hesiyaye.
Derbarê hêviyên ji Serok Barzanî de;
Kêşeya kurd, bi taybetî piştî têkoşîna li dijî DAIŞê, bû mijareke gerdûnî ya pir girîng, lê belê kurd nikarin xwe li gorî vê mezinbûnê eyar bikin û hîn jî di dîplomasiyê de pir kêm dimînin.
Çavê hemû kurdan li Serok Barzanî ye. Di asta cîhanê de, welatên herî bihêz ên wekî DYA, Ewropa, Rûsya û Asyayê jî di nav de, wî wekî navê sereke yê çareseriyê dibînin. DYA û hevpeymanên wê dixwazin plana kurd bi rêya Barzaniyan pêk bînin. Ev yek barekî giran dixe ser milê Barzaniyan, lê belê divê ew bi xwe rêyên pêkanîna vê erka dîrokî ya ku ji aliyê qederê ve ji wan re hatiye beşkirin, bibînin. Di dirêjahiya dîrokê de, karê Barzaniyan ên ku her tim rastî îxanetan hatine ne hêsan e û nabe jî, lê belê rêya yekem a mezinbûnê û ji heqê vê mîsyona dîrokî hatinê, ew e ku mezinbûna partiya xwe PDKê dabîn bikin. Kes nîne ku nizane PDK li Ewropayê, ku navenda dîplomasî û diyasporaya Kurd e, çiqas kêm maye. Divê Barzanî zû çareyekê ji vê re bibînin.
Li hember êrîşan bi mebesta parastinê bersiv tê dayîn
Aba: Asta binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê ji aliyê êrîşên herêmî ve roj bi roj zêde dibe. Gelo ev êrîş dikarin Herêma Kurdistanê bi awayekî kiryarî bikişînin nav şerekî germ ku ew naxwaze?
Amedî: Êrîşên ku serweriya Herêma Kurdistanê binpê dikin beriya destpêkirina şer jî hebûn, lê belê bi destpêkirina şer re, bi taybetî di van rojên dawî de hîn bêtir zêde bûn. Tevî vê rastiyê, Barzanî li gorî mîsyona xwe ya asayî dê li ser bingeha parastinê bimînin. Ango li hember êrîşan bi mebesta parastinê bersivê bidin. Kiryarên êrîşan têne zanîn, tê zanîn ku Haşdî Şabî ye lê jixwe ew bi xwe bi rûbirûyê tunebûnê ne; ji ber vê yekê sedemek nîne ku Kurd bixemilin.
Divê PJAK a ku di nav tifaqê de ye were kontrolkirin
Aba: Gavên partiyên kurd ên Rojhilatê yên di van demên dawî de ji bo yekîtî û tevgera hevpar çawa dixwînî? Ev yekîtî di avabûna paşeroja Îranê de wê destê kurdan çiqas bi hêz bike?
Amedî: Ez partiyên kurd ên li Rojhilatê pir baş nas dikim û min şahidî ji hema hema hemû geşedanên wan re kiriye. 40 sal in li Başûrê Kurdistanê wekî penaber jiyan dikin û ji bo ku destkeftiyên Başûr nexin xetereyê, bêdeng man. Têkoşîna xwe ya li dijî Îranê hiştin. Niha ji ber ku şert û merc guncawtir bûne, amadekariyên pêwîst dikin da ku tevlî pêvajoyê bibin û ya herî girîng jî, hemû partiyan tifaquk pêk aniye. Lê belê xaleke ku divê bala xwe bidinê heye, ew jî ew e ku karibin PJAKa ku di nav tifaqa xwe de cih dane, kontrol bikin.
Heger PJAKê ji nedîtî ve werin, ev dê ji bo hemû Kurdan encamên wêranker bîne; ji ber ku PJAK armanc dike ku kurdan li dijî DYA û Îsraîlê yên ku bûne hevalbendên xwezayî yên kurdan, seferber bike. Hema hema hemû partî û rêxistinên di nav tifaqê de bi vê yekê dizanin, lê PJAK berdewam dike li ser şopandina polîtîkaya Tirk-Îranê ya ku ji bo pêşeroja Kurdan zerardar e. Ji ber ku li Rojhilat partiyên bihêz ên wekî PDK û Komele hene, ez bawer nakim ku PJAK karibe wekî ya li Sûriyeyê bi bandor bibe. Dîsa jî, divê ew hay ji PJAKê hebin.
Aba: Di rewşeke belavbûna rejîma Îranê de, rêveberiyeke de facto ya kurd ku li Rojhilatê Kurdistanê pêk were, gelo ji bo Tehran an hêzên herêmî, dibe ku bibe hinceta êrîşên nû li ser Herêma Kurdistanê?
Amedî: Di rewşa hilweşîna gengaz a rejîma li Îranê de, kurd dê bi awayekî xwezayî hewl bidin herêmên xwe bi xwe birêve bibin. Divê mirov zanibe ku yekane mûxalefeta birêxistinkirî ya li Îranê ji Kurdan pêk tê. Ji bilî tevgera kurd mûxalefeteke cidî nîne, yên hene jî nikarin bi hev re tevbigerin. Ev rewş kurdan derdixe pêş û dikare hawira ku ew li herêmên xwe ava bikin, li gorî herêmên din balkêştir bike. Di rewşeke wiha de, Tehran an jî hêzên herêmî – bo nimûne Tirkiye – nikarin cesaret bikin ku êrîş bikin. Li şûna vê, ev hêz dê hewl bidin di navbera Kurdan de nakokiyan derxin û pevçûnên navxweyî gur bikin. Bo nimûne, dikarin zemîna pevçûna kurd-azerî amade bikin an jî PJAKê li dijî Kurdan bi cih bikin. Ez bi xwe, ji van pevçûnên navxweyî zêdetir ditirsim ji destwerdanên derveyî.
Li Rojhilat nîşanên bihêz hene ku Turkiyê dê rê nede pêkhateyeke kurdî
Aba: Cenabê te helwesta Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de çawa dinirxînî? Hîn daxuyaniyeke pir zelal nehatiye dayîn. Li gorî te, gelo Tirkiye wê di vê kaosê de balê bikişîne ser dînamîkên kurdî li herêmê, an dê bala xwe bide ser meyla giştî ya paşeroja Îranê û parastina statuya herêmê ya heyî?
Amedî: Heger em li daxuyaniyên ji Tirkiyeyê tên binêrin, nîşanên bihêz hene ku Tirkiye dê li Rojhilat rê nede pêkhateyeke Kurd. Lê belê Rojhilat bi tu awayî bi Rojava re nayê berhevkirin. Yekem, avahiya erdnîgariyê cuda ye; duyem, li Rojhilat pozîsyoneke kurd û Kurdistanî ya ku bi hêsanî nayê şikandin heye. PDK ku xwedî tecrûbeya têkoşîna 80 salî ye li wir aktîf e. Rêxistina KOMELE ya ku xwedî rabirdûya şer a 50 salî ye heye û ya herî girîng jî, xwedî ezmûneke 30 salî ya li Başûr û Başûrê Rojavayê Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê, Tirkiye bixwaze an nexwaze, ya ku li Rojava bi dest xistiye dê li Rojhilat bi dest nexe. Hîn bêtir, guhertina rejîmê ya li Îranê dê li seranserê Rojhilata Navîn bibe sedema guhertinên kûr û Tirkiye dê yan xwe li gorî van guhertinan eyar bike yan jî dê were tasfiyekirin. Ev qas eşkere ye.
Koordînasyoneke leşkerî di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de ne gengaz e
Aba: Gelo têkiliyên vê dawiyê yên Barrack, dikarin nîşana koordînasyoneke leşkerî ya di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de bin? Ma DYA dixwaze van her du herêman di bin "Eniya Kurdî ya yekgirtî“ de bîne cem hev?
Amedî: Dema hîn koordînasyona leşkerî di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de nehatibe avakirin, koordînasyoneke leşkerî di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de jî ne gengaz e. Ev faktorek e ku ne di destê Kurdan de ye lê bandoreke mezin li Kurdan dike. Li herêmê bandora Îran û Tirkiyeyê berdewam dike ku diyarker be. Lê belê piştî hilweşîna rejîma Îranê geşedanên neçaverêkirî dikarin biqewimin.
Ji sedî heftêyê çavkaniyên enerjiyê yên cîhanê ji radîkalîzma Şîe û Sune re nayê hiştin
Aba: Korîdorên enerjiyê yên li herêmê û potansiyela petrol û gaza Herêma Kurdistanê, di van senaryoyên şer de avantajek e an sedemeke rasterast e ji bo bibe armanc?
Amedî: Çavkaniyên enerjiyê yên herêmê tenê Kurdan an welatên herêmê eleqedar nake. Ji sedî heftêyê çavkaniyên enerjiyê yên cîhanê li Rojhilata Navîn têne bidestxistin û ev jî kêşeyeke gerdûnî pêk tîne. DYA, Îsraîl û cîhana Rojava ku di vê mijarê de rola pêşengiyê dikin, balê dikişînin ser "konsepteke enerjiyê". Her kesê ku li gorî vê konseptê tevnegere, çi kurd be çi welatên din bin, têne tasfiyekirin an nayên ciddî girtin. Kes ji sedî heftêyê çavkaniyên enerjiyê yên cîhanê ji radîkalîzma Şîe û Sune re nahêle. Ez ji vî alî ve li pirsgirêkê dinêrim.
Ji bo ku tevgera kurd ji vê konseptê dûr bixin, Tirkiye û Îranê bi rêya pêkhateyên taşeron hewl dan Kurdan li dijî DYA, Îsraîl û cîhana Rojava seferber bikin. Ji salên 70yî ve, li dijî Barzaniyan ku bi vê rastiyê agahdar bûn, kampanya reşkirinê meşandin. Lê belê her çend kêm be jî ev polîtîkaya pîs ne wekî berê bi bandor e.
Heger ev helwest bi tesîr be, qada bandorî ya Barzaniyan jî teng dibe
Aba: Gelo kurd dê ji vê kaosa mezin a sedsala 21an bi destkeftiyeke statuyê derkevin, an dê şerê parastina destkeftiyên heyî bidin? Li gorî ezmûnên te yên dîrokî pêşbîniya te ya giştî çi ye?
Amedî: Li hemû cîhanê berjewendiyên aborî û neteweyî dibin pêşeng. Ev rewş ji bo DYA, Îsraîl û hemû cîhana Rojava jî derbasdar e. Heger kurd polîtîkayên ku li dijî berjewendiyên van welatan in bişopînin, dê nekaribin beşdarî veguherînên sedsala 21an bibin.
Tê zanîn ku Kurdên ku bi sloganên absurt ên li ser bingeha ramana mêtingeriyê ve girêdayî ne hene, wekî "Ji Îsraîlê dûr bikevin", "Ji daxwazên kulturalîst dûr bikevin" û evên dawî ku têne dubarekirin "Kurd ne serbazên bi pere yên tu kesî ne".
Tam ev e ya ku nahêle kurd beşdarî van veguherînan bibin. Ji bilî vê, hebûna Barzaniyan ku bi awayekî din tevdigerin ji bo hemû kurdan avantajeke mezin e, lê belê heger ew helwesta ku min behs kir bi bandor bibe, qada bandora Barzaniyan jî teng dibe.