Tirkiye
Nifûsa Tirkiyeyê ji 86 milyonî derbas kir
Li gor amarên fermî yên herî dawî ji mega Tîrmeha 2026an pê ve nifûsa Tirkiyeyê bû 86 milyon û 320 hezar û 602 kesan.
RûpelNews - Enstîtuya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê îstatîstîkên xwe yên nifûsê yên herî dawî belav kirin.
Li gorî daneyên fermî, nifûsa Tirkiyeyê, ku di dawiya sala 2025an de 86 milyon û 92 hezar û 168 bû, di şeş mehên pêşîn ên îsal de bi 228 hezar û 434 kesan zêde bû. Di encamê de, nifûsa Tirkiyeyê di 1ê Tîrmeha 2026an de gihîşt 86 milyon û 320 hezar û 602an.
Hejmara nifûsa mêr 43 milyon û 170 hezar û 975 bû ku ev ji sedî 50.01 e, dema ku hejmara nifûsa jin 43 milyon û 149 hezar û 627 bû ku ji sedî 49.99 e.
Di nav tevahiya nifûsê de koma temenê ya herî mezin koma 25-29 salî bû ku ji sedî 7.7 pêk dianî.
Ev hejmara fermî nîşan dan ku nifûsa Tirkiyeyê ji 86 milyonî derbas bû.