Cîhan
NATOyê li ser Tirkiye daxuyanî da
NATOyê piştî xistina xwarê ya mûşekeke Îranê ku ber bi axa Tirkiye ve dihat, yekem daxuyanî da.
RûpelNews - Li gor daxuyaniyeke Wezareta Parastina Tirkiyeyê, mûşekeke balîstîk a ji Îranê hatî avêtin, li nêzîkî sînor li navçeya Dortyol a Hatayê hate têkbirin.
Perçeyekê mûşeke li aliyê din ê sînor li Qamişloyê ket, di heman demê de perçeyên amûra astengker jî li navçeya Dortyolê ketin.
Piştî êrîşa mûşekî ya balîstîk a ji Îranê ku ber bi axa Tirkiyeyê ve dihat, NATO daxuyaniyek da.
Berdevka NATOyê Allison Hart diyar kir, "Em êrîşa Îranê ya li ser Tirkiyeyê şermezar dikin û li hember êrîşên bêrawestan û bêcudahî yên Îranê yên li herêmê, Trikîye jî din av de em bi hevpeymanên xwe re ne."