Tirkiye
Enqere li ser îdiaya vegera HSDyiyan bo Tirkiyeyê daxuyanî da
Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê li ser îdiaya ku dibêjin endamên Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) ku xwe hilweşandibû ragihand ku ev îddia ne rast in.
RûpelNews - Piştî PKKê HSD jî hilweşandina xwe ragihand îdiayeke nû di rojevê de cîh girt.
Li ser îdiaya vegera endamên HSDê bo Tirkiyeyê derket pêş, Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de ev îddia red kir û wiha got:
"Em ji nêz ve çavdêriya pêvajoya hilweşandinê dikin, ku di çarçoveya xurtkirina prensîba 'yek dewlet, yek artêş' de ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyê tê meşandin. Di vê çarçoveyê de, îdiayên ku dibêjin hêmanên biyanî yên girêdayî HSDê dê ji Sûriyê derkevin û hinek ji wan dê werin Tirkiyeyê, rastiyê nîşan nadin."