TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê hemû pîlan têk birin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 26 gulan 2026 13:28
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta 50emîn salvegera destpêkirina Şoreşa 26ê Gulanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Barzanî tekez kir ku ev şoreş bû werçerxaneke dîrokî ku pîlanên dijminan pûç kirin û hêviyeke nû da tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê.

RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Di 50emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê de, em bi şanazî û rûmeteke mezin hemû şehîdên serbilind, pêşmergeyên qehreman û têkoşerên ku tevî mercên giran xebata xwe berdewam kirin û berevanî li mafên rewa yên gelê Kurdistanê kirin, bi bîr tînin. Şoreşa Gulanê ne tenê pîlanên dijminan û nehezên Kurdistanê têk birin, lê belê asoyeke nû li pêşiya tevgera rizgarîxwaz a gelê me vekir û îsbat kir ku daxwaz û îradeya gelê Kurdistanê ji hemû pîlanan bihêztir e."

Berhemên neteweyî yên têkoşînê

Cîgirê Serokê PDKê û Serokwezîr Barzanî, bal kişand ser wê yekê ku "xweragiriya gel, yekrêzî û hevahengiya di nav şoreşê de bûn motorên sereke ku me ber bi Raperînê, azadiyê û bidestxistina gelek destkeftên niştimanî yên îro ve birin."

Silav bo rêber û şehîdan

Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de silav şandin ji bo canê pak ê rêberên têkoşînê û got: "Di vê yûbîla zêrîn de, em silavên xwe ji bo canê pak ê Barzanîyê Nemir, Kak Îdrîsê herdem di bîran de û hemû şehîdên Şoreşa Gulanê û Kurdistanê re dişînin ku di rêya rûmeta welat de xwîna xwe dan."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şoreşa Gulanê ya ku di 26ê Gulana 1976an de dest pê kir, di dîroka siyasî ya Kurdî de wekî "Vejîna Duyem" tê dîtin ku piştî nîksaya (têkçûna) sala 1975an ji bo nûkirina tevgera neteweyî û berdewamkirina xebata çekdarî hatibû destpêkirin.

Parve bike: