TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê îradeya gelê Kurdistanê nîşan da

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 26 gulan 2026 11:14
Serok Mesûd Barzanî, bi helkefta 50emîn salvegera destpêkirina "Şoreşa Gulanê", peyamek pêşkêşî raya giştî kir. Serok Barzanî got, ev şoreş wekî "qonaxeke girîng û çarenivîsaz a xebata gelê Kurdistanê" pênase kir.

RûpelNews - Serok Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku Şoreşa Gulanê ne bûyereke ji rêzê bû, belku "berdewamî û hilgira peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê bû."

Barzanî destnîşan kir ku vê şoreşê ji hemû cîhanê re îsbat kir ku "heger xebata gelê Kurdistanê di qonaxekê de ji bo demeke kurt rawestiyabe jî, îradeya wî tu carî neşikestiye." Berovajî vê, gelê Kurdistanê bi hêvî û hêzeke nû xebata xwe ji bo gihîştina bi armancên pîroz berdewam kiriye.

Sedemên serkeftinê

Barzanî serkeftina Şoreşa Gulanê spart sê stûnên sereke: "lehengtiya Pêşmerge, xweragiriya cemawer û rêkxistineke bihêz ku li ser bingeha diruşm û armancên zelal hatibû avakirin." Wî spasiya xwe ya kûr ji bo cemawerê Kurdistanê û hemû wan têkoşer, pêşmerge û nîştimanperweran anî ziman ku li hundir û derveyî Kurdistanê rolên lehengî lîstine û dîrokeke geş ji bo gelê xwe tomar kirine.

Wefadariya ji bo şehîdan

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de silav li canê "Seyîd Ebdullah Hecî Omeranî" kir, ku yekemîn şehîdê Şoreşa Gulanê ye, û her wiha silav li hemû şehîdên şoreşê û şehîdên Kurdistanê bi giştî kir. Wî destnîşan kir ku "azadî û destkeftiyên îro yên gelê me, berhema xwîna şehîdan, lehengtiya pêşmerge û keda têkoşerên Şoreşa Gulanê û hemû şoreşên gelê Kurdistanê ne."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şoreşa Gulanê di sala 1976an de wekî tevgereke berxwedanê ji bo vejandina xebata Kurdî piştî nîksaya (têkçûna) sala 1975an dest pê kiribû. Li Herêma Kurdistanê her sal ev salveger wekî qonaxeke werçerxanê ya dîroka neteweyî tê pîroz kirin.

Parve bike: