Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê çavkaniya hêz û îlhama xebata rizgarîxwaziya gelê me bû
RûpelNews - Peyama Serok Barzanî wiha ye: "Îro 65 sal bi ser destpêkirina Şoreşa Mezin a Îlonê de derbaz dibin; şoreşeke seranserî ku tê de Pêşmerge, siyasetmedar, rêxistin, zanayên olî, mamoste, edîb, rewşenbîr, ciwan, jin û hemî çîn û tebeqeyên civakê beşdarî xebata neteweyî û demokrasî-xwaziya gelê xwe bûn.
Şoreşa Îlonê ji îrade, baweriya bi xwe û rûmeta mirovê Kurdistanê pêk hatibû; bingehekî bihêz û rêkxistî bû ji bo berdewamiya têkoşînê û liberxwedana gelê Kurdistanê li hember zordariyê. Ev şoreşa mezin, bi nirxên xwe yên bilind û bi israr û berxwedana bêhempa ya serkirdetî, Pêşmerge û cemawer, doza rewa ya gelê me bi gavên mezin ber bi pêş ve bir. Şoreşa Îlonê di bin rêbertiya Barzaniyê Nemir de bûye çavkaniya hêz û îlhamê bo qonaxên paşê yên xebata rizgarîxwaziya gelê me û têkoşerên Kurd li hemî parçeyên din ên Kurdistanê.
Di 65emîn salvegera vê şoreşa birûmet de, ez hurmeta xwe bo rola dîrokî ya wan hemî Pêşmerge û xebatkarên qehreman dubare dikim ên ku beşdarî tomarkirina vê serweriya niştimanî bûne; çi ew şehîdên nemir ên ku di Şoreşa Îlonê de canê xwe gorî kirin bo axa niştiman û ewên ku niha di jiyana me de nemane, çi ew xortên serbilind ên ku heta niha jî weke şahidên zindî yên dîrokê di jiyanê de mane. Ew qehreman hêvênê çêkirina serweriyê bûn bo gelê xwe û cihê şanaziyê ne."