Rojhilata Navîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed çûne Şamê
Hat hînbûn ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed îro çûne Şamê.
RûpelNews - Li gorî medyaya herêmî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Îlham Ehmed ji bo rêze hevdîtinan çûne Şamê, paytexta Sûriyeyê.
Ev hevdîtina di navbera QSD û Şamê de yekem têkiliya asta bilind e ji peymana 30ê Çile ve.
Hat destnîşan kirin ku Ebdî û Ehmed dê bi rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li Şamê re hevdîtinan bikin.
Tê payîn ku di civînê de mijarên têkildarî pêkanîna peymana 30ê Çile û pêşketinên dawî yên li ser erdê werin nîqaşkirin, û her wiha hatiye hînbûn ku mijarên wekî "entegrasyon û danûstandina girtiyan" dê di rojevê de bin.
Derbarê serdanê de hîn daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.