TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

DEM Parti: Divê Mazlûm Abdî û Îlham Ahmed bo Tirkiyeyê bên vexwendin

📅 28 tebax 2026 14:03
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ji bo pêşxistina têkiliyên dostane bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir û got: "Divê Mazlûm Abdî û Îlham Ahmed bi awayeke fermî ji bo Tirkiyeyê bên vexwendin."

RûpelNews - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, di konferanseke çapemeniyê de ku li navenda partiyê hat lidarxistin, derbarê mijarên rojevê de daxuyanî da.

Doğan diyar kir ku ew ji nêz ve rûdanên li Sûriyê dişopînin û ji bo ku Mazlûm Abdî û Îlham Ahmed bo Enqereyê bên vexwendin bang li Enqereyê kir.

"Divê Abdî û Ahmed bo Tirkiyeyê werin vexwendin"

Berdevka DEMê li ser banga xwe ya vexwendina bo Abdî û Ahmed wiha got:

"Gelek caran dipirsin, 'Gelo Mazlûm Abdî wê were Tirkiyeyê? Gelo dê Îlham Ahmed were Tirkiyeyê?' Divê ew werin. Divê ew bên vexwendin. Em, wek DEM Partî bangeke wiha dikin. Me berê jî ev yek kiriye. Bê guman divê ew werin. Îlham Ehmed ya ku em dikarin di demek nêz de wek endama Parlamentoya Sûriyê bibînin, çima divê ji aliyê Serokê Parlamentoyê ve neyê vexwendin bo Tirkiyeyê û çima divê neyê? Çima divê têkiliyên dostane neyên pêşxistin?" Divê têkilî bên pêşxistin. Divê ew bi awayeke fermî werin vexwendin bo Tirkiyeyê. Pêwîst e li Tirkiyeyê her tişt rû bi rû bi diyalogê werin axaftin."

Parve bike: