Rojnamevanê nêzî AK Parti: Êdî gavên yasayî bên avêtin
RûpelNews - Li Tirkiyeyê di rojeva siyasî de ev demeke li ser proseya aştî ya ku bi mebesta çareserkirina pirsa Kurd hatibû destpêkirin nîqaşa li ser gavên yasayî tên kirin ku ev tim ji hêla DEM Partiyê ve tê gotin û bendewariya vê partiyê ye. Gelek caran li ser vê aliyê Kurd bang li hikûmetê dikir vê carê heman bang ji hêla rojnamevanekî nêzîkî hikûmetê Abdulkadîr Selvî ve hat kirin.
Selvî di nivîsa xwe ya îro de hem bang hem rexne li hikûmetê dike û wiha got:
"Binêrin, ev pêvajo ne tenê ji bo ji holê rakirina PKKê ye. Heke tu bixwazî bibî lîderê cîhanî, divê tu pirsgirêka PKKê çareser bikî. Gelo welatekî ku nikare pirsgirêkên xwe çareser bike, dikare bibe lîderê cîhanî? Tirkiye di dawiyê de pirsgirêka ku ev 50 sal e bûye sedema xwînrijandinê dixwaze çareser bike ji ber vê pêwîst e ku ew bilez tevbigere. Em gihîştine qonaxa herî krîtîk a pêvajoyê. Ez behsa çarçoveya yasayî dikim. Kesên ku dê çekên xwe deynin, dixwazin bizanibin ew ê di bin kîjan çarçoveya yasayî de bin. Divê em di zûtirîn dem de çarçoveya yasayî deynin."