Mazlûm Ebdî, ji ber şehîdketina 9 Pêşmergeyan peyama sersaxiyê ragihand
RûpelNews - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdi di posteke xwe ya bi zimanê kurdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de êrîş şermezar kir.
Ebdi ji ber şehîdkirina 9 Pêşmergeyan di êrîşê de xemgîniyeke kûr anî ziman.
Ebdi bal kişand ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û diyar kir ku ew her êrîşeke ku aramiya herêmê hedef digire şermezar dike. Ebdi destnîşan kir ku êrîşa ji aliyê Îranê ve zirarê dide hawîrdora aştî û aramiyê û tekez kir ku destwerdanên leşkerî yên bi vî rengî nayên qebûlkirin.
Di berdewamiya peyama xwe de, Mazlûm Ebdi sersaxî ji malbatên Pêşmergeyên şehîd, rêveberiya Komeleya Şoreşgeran û gelê Rojhilat re xwest.
Ebdi ji bo kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane rehmeta Xwedê û ji bo birîndaran jî başbûneke bilez xwest.